Sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Nezîr Elhekîm, tekez kir ku divê oparesyona leşkerî ya li dijî rijêma Esed, kar bike ji bo aktîvkirina rêkarên dadgehkirina tawanbarên şer û binpêkerên biryarên navdewletî yên derbarê Sûriyê û Bişar Esed di serê wan de.
Elhekîm bal kişand ku divê bêkarkirina konseya ewlekariyê ji aliyê Rûsiya, û bicihnekirina biryarên navdewletî yên taybet bi agirbestê û rakirina dorpêçkirinê li ser sivîlan û gihandina alîkariyên mirovî û serbestberdana girtiyan rawest in, û divê Mosko nema piştgiriya rijêma Esed ya tawanbar bike.
Elhekîm amaje bi giringiya bilezkirina piroseya siyasî û dîtina çareseriyeke siyasî ligor daxuyaniya Cenêvê û biryara 2254 û damezrandina desteyeke hikmraniya veguhêz ya xudan desthilatên tekûz kir.
Sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku oparesyona leşkerî ji bo gemkirina tawankar e yê ji heft salan ve kuştinê dike, û ne ji bo wêrankirina welat e, û got ku divê netenê navendên çêkirin û komkirina çekên kêmyayî bêne bombebarankirin, herwiha divê sercem serbazgehên Rijêm bikar tîne ji bo oparesyonên li dijî sivîlan bêne bombebarankirin.
Û diyar kir ku Rijêmê bi sedhezaran sivîl bi çekên neqedexe û bitewşî kuştine, beramber çend hezar sivîlên bi çekên kêmyayî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî