Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nezîr Elhekîm, tekez kir ko giring e parastina navdewletî û piştgirî bo herêmên bakurê Sûriyê bêne kirin, û nehêlin çi êrîşên leşkerî ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê li ser sivîlan û bargehên zindîdar çêbibin.
Ev gotin di civîna digel encûmena parêzgeha Hemayê de bi rêya pirogramekî televizyonî yê girtî hat, û herdu endamên desteya siyasî Hewas Xelîl û Ebdilmecîd Berekat têde beşdar bûn, û parêzkarê Hema ya azad Nafi’ Berazî û Necîb Rehmûn û Ebû Fêsel Elhemewî û Mihemed Emîn û E’la Elxelîl û Ehmed Sebah û Bedî’ Elumer û Ebû Ûsama Qebelan li civînê amade bûn.
Elhekîm got ku giring e karê dezgehên xizmetkariyê bi hêztir bibe, û bi wezaretên desthilata demkî ve bêne girêdan, û koçberên kotekî li bakur bêne hewandin, û alîkariya wan bibe, pêdiviyên wan pêk bên, da derd û barê wan siviktir bibe, piştî ko hêzên Esed û milîtanên Îranî yên tirorist tawankariyin mezin derheqê wan de kirine, û got: ‘’ dive em alîkariya wan bikin tako serbilind vegerin mal û cihên xwe. ‘’
Elhekîm bal kişand ser ku hebûna xalên çavdêriya Tirkiyê ‘’mirov aram dike‘’, ji bo bihêzkirina karê dezgehên xizmetkariyê û berdewamî û tekûzkirina pirojeyên ko encûmenên xwecihî û desthelata demkî dest pê kirine, lê di heman çaxî de, ne dûre ko rêjîm û hevalbendên wê opersiyona leşkerî pêk bînin.
Parêzkarê Hema ya azad diyar kir ko hejmara penaberên ko gihane gundewarê Hemayê gelek in, û alîkarî pir kêm e, û destnîşan kir ko bombebarana rêjîmê li ser hin herêman derdê niştecih û derbideran û bi taybetî piştî ko herêmên zindîdar û yên bijîşkî bombebaran kirin bêtir bûye.
Duhî bi şev Gundewarê Hema yê bakur û rojava ket ber bombebaraneke tund, bû sedema ko li gundê Letaminê keçeke sêsalî şehîd ket, û diya wê û birayê wê birîndar bûne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê