Sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Nezîr Elhekîm ligel rêxerê giştî yê xwendingeha digital ya Sûrî Ebdulah Zincîr û rêveberê cêbicêkar Mehmûd Siker civiya, û ligel wan piroseyaxwendinê ya xwendevanên Sûrî bi awayekî tekûz û karînên himbêzkirina hejmarek mezin ji xwendevanên Sûrî ji bo berdewamkirina xwendina xwe gengeşe kirin.
Elhekîm di hevdîtinê de tekez kir ku “Sûriya di bobilateke mirovî de dijî bi sedema berdewamiya Rijêmê di şêwazê xwe yê leşkerî û wêrankirina bajaran û jêrxana bingehîn tevlî xwendingehan”, û got ku ev bû sedema ziyaneke mezin li piroseya xwendinê û sercem nifşên xwendevanan.
Û bal kişand ku dezgehên opozisyonê rastî zehmetiyên mezin dibin di rêka peydakirina derfetên xwendinê bo xwendevanên Sûrî, tevlî baredoxên tirajîdî yên ku seqamgeriya wan zehmet kirine.
Elhekîm diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî daxwaza pîtedanê bi xwendinê ji hikûmeta demkî kiriye, bi awayekî sereke li dema pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo xelkê navçeyên rizgarkirî.
Rêveberê cêbicêkar yê xwendingehê Mehmûd Sikir ji aliyê xwe ve, şirovekirinek derbarê karê xwendingehê pêşkêş kir, û got ku xwendingeh rewşa xwendevanan li ber çav digire bi rêka piroseya xwendinê ya ” digital”, ku xwendevanên bêcih dikarin xwendina xwe berdewam bikim, tevlî ku “peydakirina xwendina lêçûyî” alîkariya xwendevan dike, ji bo xwegihandina salên xwendinê yên borî.
Li dawiyê Elhekîm supasiya birêveberên xwendingehê kir, û destxweşî li erk û rola wan ya ji bo piştevaniya piroseya xwendinê kir, û cext li ser piştgiriya Hevbendiya Niştimanî ji van pirojeyan re kir, û rêkeftin hebû li ser gengeşekirina mîkanizmên hevkariyê ligel wezareta xwendinê ya hikûmeta demkî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî