Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Nezîr Elhekîm tekezî li ser dubare aktîvkirina rola Hevbendiya Niştimanî di serkirdayetiya şoreşa Sûriyê de kir, û dxwaza zengînkirina saziyên wê bi şiyanên ciyawaz û dana rê û derfetan ji ciwan û jinên Sûrî re kir.
Ev axaftin hatin di miyanê hevdîtinên sikirtêrê giştî de, yên ligel berpirsa siyasî ya Yekîtiya Ewropî Lara Skarbîta û şanderê Elmanî yê bo karubarê opozisyona Sûrî Hîrman Nîkolai , û sikirtêrê qunsulxaneya Ferensa li Istenbûlê Fabrîs Dîsiblişin.
Elhekîm di hevdîtinên xwe de cext li ser giringiya kar ji bo vegera Hevbendiya Niştimanî û karakirina wê kir, ji bo xurtkirina girêdana wê bi civaka wê re, û tekezî li ser rola hikûmeta demkî û yekîneya hevrêziya piştgiriyê di biserketina vê girêdanê de kir, û dît ku ev yek bi pilana serokatiya vê qonaxê re digunce.
Elhekîm balkişand ser ku Hevbendiya Niştimanî kar dike ji bo bihêzkirina têkiliyan ligel dewletên Erebî û dostên gelê Sûriyê, bi awayê ku bikeve li jêr berjewendiya şoreşa Sûriyê û dabîkirina daxwazên ji bo bidestxistina rûmet û azadiyê.
Elhekîm balkişand ser ku Der’a rastî êrîşek leşkerî ya dirinde li ser destê rijêma Esed û milîsên Îranê û bi piştgiriya firokên Rûsiya dibe, û herwiha behsa rewşa koçberan yên bi sedema bombebarankirina bitewş koçber bûne hate kirin, û daxwaza pêşkêşkirina alîkariyê ji berpirsên Ewropa ji bo hikûmeta demkî û yekîneya hevrêziya piştgiriyê di riya welatên wan re kir, ji bo alîkarîkirina koçberên ku ji bombebaranê direvin.
Ji aliyên xwe ve, berpirsên Ewropa carek din tekezî li ser piştgiriya Hevbendiya Niştimanî û piştgiriya rola wê di qûnaxa pêş de kirin, tevî piştgiriya hikûmeta demkî ji bo pêşkêşkirina xizmetgozariyan di hindur navçeyên rizgarkirî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî