Nizar Elherakî balyozê Sûriyê li dewleta Qeter, cext li ser wê yekê kir, ku tişta li Sûriyê dibe ne şerekî navxweyî ye wek hin aliyên civaka navdewletî dibêjin, lê ew şerekî hovane û kuştineke rêbazkirî ye, ev heft sal in ji aliyê rijêma Bişar Esed û hevalbendên wê ve li dijî xelkê Sûriyê pêk tê.
Elherakî di vegotinekê de di xwepêşandana piştgiriya parêzgeha Dêrazorê de got: “tişta li Dêrazorê dibe şerm e ji mirovahiyê re, û nemaze ku Hevpeymaniya Navdewletî beşdar e di wêrankirina bajêr de”, û tekezî li ser piştgiriya xelkê Sûriyê bo Dêrazora birîndar û kar ji bo bi hawarçûn û bihêzkirina hebûn û piştgiriya wan kir.
Elherakî bal kişand ku “ji xelkê Sûriyê yên derve tê xwestin ku bi kesukarên xwe yên li welêt re alîkar bin, û tişta li Dêrazorê dibe xerîb nîne, û nejî cara yekê ye”, û cext li ser giringiya dijberiya pilanên Esed û jinavbirina rêxistina DAIŞê kir.
Ji aliyê xwe ve, endezyar Ekrem Tu’ma cîgirê serokê hikûmeta demkî ji Xûta rojhilat ya dorpêçkirî di gotarekê de -bi riya enternêtê- got: NY bi tevahî dijminkariya Dêrazorê û Sûriya bi giştî kir, û dirindetirîn tawan bi dorpêçkirin û kuştinê û wêrankirina jêrxaneya bajêr bi dirêjahiya şoreşê li dijî bajêr hatin pêkanîn.
Hêjayî gotinê ye ku duhî roja sêşemê ji aliyê balyozxaneya Sûrî li Qeterê, xwepêşandek li Dewha ji bo piştgiriya xelkê Dêrazorê û behîdariya giyanê şehîd û birîndarên wê yên di oparesyonên hovane yên vê dawiyê de ku hêzên Rijêmê dijî parêzgeha Dêrazorê pêk anîbûn, hat lidarxistin.
Û xwepêşandan bi amadebûna hejmareke mezin ji revenda Sûrî li Dewha yên ku ji hemû bajar û gundên Sûriyê bûn ji bo piştgiriya xelkê Dêrazorê hatibû lidarxistin, da dengê xelkê xwe yên hundur bigihînin derve, bi her şêwaz û riyên berdest.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî