Serokê desteya danustandinên Sûriyê, Nesir Elherîrî, bêzariya xwe nîşan da li hember bêkêriya civaka navdewletî der barê rizgarkirina sivîlên Sûriyê û bi taybetî sivîlên dorpêçkirî li Xûta rojhilat ya gundewarê Şamê, ya bi dijwarî hatiye dorpêçkirin, û ligor dumahîk raporta rêxistina saxlemiya cîhanê ; pêwîstiya bi sedên birîndar û nexweşan bi çareseriyê heye.
Îro roja çarşemê û li perawêza danustandinên Cinêv û bi amadebûna çendîn balyoz û diblomatkaran, Elherîrî bang li civaka navdewletî kir û got: “ma xem û bobelat û bêhêvîbûn ji vê mezintir heye ” û pirsiyar kir; Gelo civaka navdewletî nikare nan û şîr bigehîne Xûta?
Û zêdekir û got: “bihêvî me ku balyoz peyamekê ne wek nameyên fermî bişînin”, û got ku ” îro dem hatiye ku civaka navdewletî bi gelê Sûriyê ve were, û nabe bihêlin bi milyonên Sûriyan bibin girew di dest Rijêmê de, û nabe piştgiriya Rijêmê bibe ji bo taqîkirina çekan di kuştina wan de”.
Ji aliyê xwe ve cîgirê serokê desteya danustandinên Sûriyê, Xalid Elmihamîd, bal kişand ku heman dîmen li Xûta dubare dibine, yên pêştir li taxa Elwe’ir li Himusê û li Dareya li gundewarê Şamê û li gelek navçeyên Sûriyê hatibûn pêkanîn, û tekez kir ku ” birçîkirina xelkê wek çekekî ji sedên salan de li cîhanê nemaye”, û diyar kir ku desteyê daxwaza ” vekirina kirîdorên aram kiriye, û gotiye me alîkarî navên, lê bi tenê me kirîdor divin ji bo derbaskirina xwarinê”.
Û Îsa Ibrahîm endamê şanda desteya danustandunê got ku “em baca bandeka ku bi kotekî hatiye li ser desthilata dewletê, û ya bêkêriya civaka navdewletî didin”.
Li aliyekî din, Firas Elxalidî endamê şanda desteya danustandinê li ser xweragiriya xelkê Xûta tekez kir û got: ” em ji Xûta fêr bûn ku xweragiriya wan cîhan û mafên mirov eşkere kirin”, û cext li ser berdewamiya şoreşê kir, û got ku hêza me di rewaya kêşa me de ye”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî