Serokê desteya danûstandinên Sûrî Nesir Elherîrî tekez kir ko zêdebûna êrîşên leşkerî ji hêla rêjîmê ve li gelek herêman gefê li pirosesa siyasî dike û wê dike metirsiyê.
Alherîrî derbarê hevdîtina duh çarşembê ya digel şandyarê navdewletî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora got ku hevdîtin bo herêmên kêmkirina şerî bû, û her weha ji bo encamên êrîşên li ser Idlib û gundewarê wê û Xûta rojhilat bû .
Û li gor malpera fermi ya desteyê, gotûbêja herdu aliyan derbarê ‘’ çaktirîn rêkên cîbicîkirina biryara 2254ê bi hemû hûrekên wê ji bo veguhastina siyasî misoger bibe, tako xwîna Sûriyan bes bête rijandin û derfetê ji bo vegera koçkiriyan veke û dîsa avedana Sûriyê bibe” bû.
Elherîrî got ko rewşa mirovî li Xûta rojhelat gihaye asteke gelekî nebaş, Elherîrî di hevdîtinê de got ‘’ tîmên rizgarkirina mirovî li himber vê bombebarana berdewam bi çekên cobicor û ji wan jî yên qedexe bêçare ne‘’, û bal kişand ser bikaranîna gelek caran ji gaza kilor re, ya raportên navdewletî ew tekez kirine, û rêjîmê bi alîkariya çekên Îranê ji wan jî yên qedexeya navdewletî bikaranîne.
Çalakvanan bal kişandin ser zêdebûna êrîşên leşkerî li piraniya herêman, û destnîşan kirin ko herêmên kêmkirina şerî nema hene û derbiderî gelek bêtir bûye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî