Îro duşembê şandek ji desteya danûstandinên Sûrî bi serokatiya Dr. Nesir Elherîrî digel berpirsa karûbarê derve û ewlehiya Yekîtiya Ewropî Firîsrîka Mogirînî û birêveberê nivîsgeha rojhilata navîn di Yekîtiya Ewropî de Maykil Mûler civiyan.
Ev di gera desteya danûstandinan bo Yektiya Ewropî de hatiye, ko herdu aliyan nerîn û boçûnên xwe digel hev li ser rewşa Sûriyê û bi taybetî aliyê mirovî gotûbêj kirin.
Herdu aliyan tekez kirin ko nehêlin rêjîma Esed alîkariyên Ewropî li hindirê Sûriyê kontrol bike, û giring e alîkariyên mirovî bigehin kesên dorpêçkirî û yên pêdiviya wan heye.
Elherîrî ji nûnerê Yekîtiya Ewropî daxwaz kir ko derdê miletê Sûrî yê di bin bombebaran û dorpêçê de, ya ko rêjîma Esed û Rûsya û milîtanên Îranî pêk tînin, bigehîne dewletên endam û ji wan bixwaze ko pêrabûnên gerek bikin tako helwestekê bistînin ji bo tundûtûjiya Esed û hevalbendên wê rawestînin.
Mogrînî got ku sizayên Ewropî li ser rêjîma Esed nayêne rakirin heta ko veguhastina siyasî li Sûriyê pêk neyê û biryara 2254 û daxuyaniya Cinêvê bi tekûzî cîbicî bibe, û daxwaz kir ko civaka sivîl li kongirê Biroksêl di nîsana dahatî de beşdar bibin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî