Serokê desteya danûstandinan ya Sûrî li Cinêvê Nesir Elherîrî daxwaz ji Netewên Yekgirtî û şandyarê navdewletî yê taybet bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora kir, ko aşkere li pêşberî civaka navdewletî bêjin rêjîm dixwaze pêvajoya siyasî têk bide.
Elherîrî di kongirekî rojnamevanî de yê ko duh li Cinêvê piştî Dî Mistora bidawîhatina gera 8ê ragehand çêbû, dibîne ko danûstandin di metirsiyeke rastî de ne, û got ku gerek civaka navdewletî û Encûmena ewlekariyê operasiyona danûstandinan biparêzin, her weha got ko hin hatine ji bo çareserkirina siyasî di van danûstandinan de têk bidin.
Elherîrî got: “Em hatine vir ji ber em dixwazin aştiyê ji Sûriyê re pêk bînin û zordarî û tawankarî biyekcarî nemînin, em hatine ko ji nava rêkxistina navdewletî bêjin bese kuştin, bese tiroristî”.
Elherîrî tekez kir ko desteya danûstandinan di van sê hefteyan de jidil û bi berpirsiyarî beşdarî danûstandinan ligel Netewên Yekgirtî bû, li ser bingeha veguhastina siyasî û daxwaz kir ko danûstandinên rasterast û bêmerc, ên herçar sepetanan, li gora daxuyaniya Cinêvê1 ya sala 2012 û biryara navnetewî 2254 çêbibin.
Serokê desteya danûstandinên Sûrî got: Cîhanê dît ko şirîkê me yê danûstandinan nîn e, û hinek hene dixwazin aştiyê û xewna miletê Sûrî têk bidin, bi behaneyin ne di cih de, û ne kesekî civaka navdewletî guh dayê.
Elherîrî destnîşan kir ko rêjîma Esed û di heman çaxê danûstandinên Cinêva 8 de, bermîlên teqîner bi ser Xûta rojhilat berdidan, û di çêriya duyem ya borî tenê de 500 bermîl berdane, û hîn dorpêç berdewam e, û nahêle xwarin û derman bigehê zarokan.
Elherîrî diyar kir ko desteya danûstandinê dê her di danûstandinên aştiyê de berdewam be, tev li tiştê ko rêjîmê kir, û got ku desteya danûstandinan dê her bi karê bo azadî û aştiyê li Sûriyê berdewam be, ji bo çareserkirina siyasî û ya tekûz li gora lêvegera navdewletî, ko cihê tawankarên cengê û rêbaza gendelî û zordarî û tawankariyê lê tune be.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Alerebiye