Serokê desteya danûstandinên Sûrî Nesir Elherîrî bêdengiya navdewletî ya derbarê ‘’Sotingeh û kuştar ‘’, wek wî salix daye, ya ko hêzên rêjîma Esed û Rûsya derheqê sivîlan li gundewarê Idlib û Hemayê pêk tînin şermezar kir, û tekez kir ko rêjîm tiroristiyê wek behane bikar tîne bo sivîlên bêguneh bikuje.
Elherîrî di daxuyaniyine rojnamevanî de bal kişand ser ko alavên ragehandinê yên cîhanî ‘’ çavên xwe ji diyarkirina bûyeran digirin.‘’ ko li herêmê operasiyonên hovane ji 26ê nîsana bûrî de pêk tên, di encamê de bi sedan bûne qurbanî û dora 300 hezar sivîl derbider bûne.
Derbarê civîna Encûmena Ewlehiyê ya taybet bi gengeşekirina gurkirina leşkerî li Idlibê, ya hatiye biryardan ko roja înê lidar bikeve, Elherîrî tekrz kir ko ‘’gelekî pişt pê ve nayê girêdan’’û dilsariya xwe ji piştguhkirina navdewletî anî ziman û got: ‘’civînên Encûmena Ewlehiyê derbarê bûyerên wek Xûta Rojhelat çêbûn, lê pabendî bi biryaran tunebû. ‘’
Hêvî kir ko rûniştina Encûmena Ewlehiyê ne mîna yên berê be, lê divê helwesteke xuyanî hebe, ko rêjîmê û dewletên piştgir bi rawestandina operasiyonên leşkerî li Idlibê pabend bin û pirotesto bikin, û daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ko biryareke pabendî pê hebe derxînin tako rê li ber Rûsya bigirin ko mafê redkirinê Vîto bikar neyine û biryarên Encûmena ewlehiyê têk nebe û wan ji naveroka wan vala neke.
Elherîrî tekez kir ko aliyê berpirsiyar di ber tawankariyên ko li herêmên rizgarkirî çêdibin Rûsya û rêjîm û milîtanên Îranî yên tirorist in, ko jiyana 3.5 mirovan dikine metirsiyê.
Elherîrî daxwaz ji Tirkiyê kir ko bizavên xwe bêtir bike, û kartêker be dijî kuştarên ko li Idlibê çêdibin , çimkî ew ji dewletên dabînker yên civînên Astane û Sotşî ye, û cihên wê yên çavdêriyê li ser xakê hene.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî