Desteya danûstandinên Sûrî bi serokatiya Dr. Nesir Elherîrî di gera ko şanda desteya danûstandinan li “New York”ê dike, digel emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî û alîkarê wî yê karûbarê siyasî Cêfrî Filtman û çend balyozên komelgeha giştî û berpirsiyarên Netewên Yekgirtî civiya,.
Elherîrî tekezî li ser metirsiyên operasiyona Sotşî bi şêweyê wê yê nuha kir, Elherîrî destnîşan kir ko ew ziyanê digihîne operasiyona Cinêvê û veguhestina siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmar 2254ê.
Elherîrî got ko rêjîm dijî pêşketina operasiyona siyasî ya Cinêvê radiweste, û destnîşan kir ko çi operasiyona di ber ya Cinêvê re derkeve, wê alîkariya rêjîmê di birêvebirina istratîciya leşkerî de bike. Û Hişyarî da ji kuştarên derheqê sivîlan de di bûyerên Idlibê û herêma Xûta li gundewarê Şamê .
Serokê desteyê ji civaka navdewletî û di serî de ji Emerîka û Birîtanya daxwaz kir û alîkarî xwest ko guherîn di dînamîkiya kar de digel hevpeymanan de çêbibe, da piştgiriya operasiyona Cinêvê bikin û fişarê bidin ser rêjîmê û hevalbendên wê ji bo danûstandinan li Cinêvê bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî