Saturday, 14 April 2018 19:03

Elherîrî: Divê Hemû Êrîşên Esed yên Dijî Sivîlan Rawestin Netenê yên bi Çekên Kîmyayî

Serokê desteya danustandinên Sûriyê Nesir Elherîrî daxwaza rawestandina sercem êrîşên rijêma Esed û hevalbendên wê yên bi çekên kêmyayî û çekên din li dijî sivîlan kir.

Elherîrîli ser rûpelê xwe yê "twitter" gotibû ku "divê hemû êrîşên li dijî sivîlan yên rijêmê û hevalbendên wê çi yên bi çekên kêmyayî yan bi çekên din rawestin", û gotibû "hejmara şehîdên Sûrî yên bi bermîlên teqîner û napalim û mûşekên bi basik û bi çekên din, ji hejmara şehîdên bi çekên kêmyayî zêdetir e".

Elherîrî got: "ku dibe rijêma careke din ranebe bi bikaranîna çekên kêmyayî "sarîn", lê hevdem wê rabe bi bikaranîna çekên rê hatiye dan ji aliyê civaka navdewletî, wek bermîlên teqîner û napalim û mûşekên bi basik û gaza kilorê bi qebarên hindik".

Hêjayê gotiyê ye ku Tora sûrî ya mafên mirov tekez kiribû ku 189 caran çekên kîmyayî hatine bikaranîn , piştî derketina biryara 2118 ya hatibû standin yekser piştî kêmyabarana Xûta rojhila li sala 2013'an hatibû standin û heta reşmeha îsal.

Û tekez kiribû ku rijêma Esed paben nebûye bi biryarên navdewletî û rabûye bi bombebarankirina navendên pizîşkî û bazar û avahiyên nişteciyan û navendên bergiriya sivîl û bûne encamê kuştina bi hezarên sivîlan.

Herwiha serokê Amerîka Doland Trump hişyarî dabû Rûsiya li ser berdeamiya piştgiriya rijêma Esed û "berdewamiya karê di tariyê de".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Elherîrî: Divê Hemû Êrîşên Esed yên Dijî Sivîlan Rawestin Netenê yên bi Çekên Kîmyayî