Serokê şanda desteya bilind ya danûstandinan Nesir Elherîrî, tekez kir ko opozisyona Sûriyê bi mijara veguhastina siyasî li gora biryara navnetewî 2254 û daxuyaniya Cinêvê pabend e.
Elherîrî di kongirê rojnamevanî de roja pêncşembê piştî hevdîtina cîgirê şanderê navdewletî Remzî Remzî got ku nuha divê em balê bidin ser mijara vaguhastina siyasî û çi tiştên pêve girêdayî ne, û got, ku biryara navnetewî hejmar 2254 diyar e ko hemû aliyan bi daxuyaniya Cinêvê pabend bikin.
Serokê şandê bêtir got ku deste hewil dide bi piraktîkî bipêşve biçe û operasiyona siyasî bi pêşve bibe, û tekez kir ko biryara 2254 bi tekûzî li ser dema veguhêz diaxive û li ser hemû babetên em dixeazin bipeyivin.
Elherîrî destnîşan kir ko civîna digel Remzî de gelek gotin li ser veguhastina siyasî çêbû, bêtir got ev mijar li ser listeya kar hatiye danîn ji bo bi hûrbînî û firehî bi Dî Mistora re roja Înê bête gengeşekirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî