Serokê desteya danûstandinan ya Sûrî Dr. Nesir Elherîrî tekez kir ko gera nuha ya danûstandinan li Viyena ezmûn e ji rêjîmê û piştgirên wê re, ji bo têketina operasiyona siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî.
Elherîrî duh êvarî di kongogirekî rojnamevanî de got ko ‘’gera nuha ya danûstandinan dê jidilbûna hemû aliyan di operasiyona siyasî de diyar bike ‘’, û got: ‘’ em li vir in bo şopandina tiştên em berê li ser axivîne, ew jî gotûbêja Sûrî Sûrî ye, ji bo bigehêjin çareseriyeke dadwerî û rastî li jêr çavdêriya Netewên Yekgirtî, û em xemxurên gihana çareseriyeke siyasî ne ji welat re.‘’
Û xweşhaliya xwe da ‘’derbarê pabendiya şirîkên navdewletî bi piştgiriya danûstandinan li jêr çavdêriya Newtewên Yekgirtî’’, û bal kişand ser ko gelek hevdîtinên desteyê bi dewletên corbicor re hebûn, û ya dawî digel serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bû.
Elherîrî aşkere kir ko nameyên gihane wan ji seredanên ku di hefteya borî de pêk hatin, ji – Netewên Yekgirtî, Emerîka, Frensa, Birîtanya, Tirkiyê û Rûsya- diyar dikin ko nêta piştgiriya operasiyona danûstandinan li Cinêvê heye, û amanc jê veguhastina siyasî ye, ya li gora biryara navdewletî 2254.
Serokê desteya danûstandinan got: ‘’em li benda cîbicîkirina vê nêtê ne, û rêjîmê bînin ser maseya danûstandinê, û desteya danûstandinan amade ye ko hemû bendên biryara 2254ê gengeşe bike, ji bo veguhastina siyasî misoger bike, her weha kêşeyên destûrî û hilbijartinan. ‘’
Û got ko deste ‘’ xwedan viyanek jidil e ji bo cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 û daxuyaniya Cinêvê ya ko bo qonaxa vekohêz bi hemû karûbaran û heta bigehêje destûreke nû û hilbijartinin dadwerî, û giringiyê di vê gerê de bidin kêşeyên destûrî.‘’
Got: ‘’eger Netewên Yekgirtî jidil be, divê hemû alî bi danûstandinan pabend bin, û cîbicîkirina biryara 2254 misoger bibe, û me ji rêjîmê nebihîstiye ko ewê jidil bê danûstandinan ‘’
Li ser helwesta wan ji kongirê gotûbêjiya niştimanî li Sotşî, Elherîrî destnîşan kir ko: ‘’ çi pêzanîn li bal wan li ser nîn in, û ew hewcedarê xwendina rewşê ne, û bi taybetî pêşkeftinên herdu rojên dahatî‘’, û tekez kir ko biryara wan wê ne li dijî ya gelê Sûriyê be.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî