Serokê desteya danûstandinan ya Sûrî Nesir Elherîrî daxwaz ji serokên Ereban kir ko dest ji miletê Sûrî bernedin, û hişyarî da ko hinek dewletan peywendiyên xwe bi rêjîma Esed re ya ku derfet daye Îranê têwerdana Sûriyê bike vegerandine.
Di kongirekî rojnamevanî de Elherîrî matbûna xwe diyar kir ji vegera peywendiya digel rêjîmê bi amanca rêgirtinê li pêş têwerdana Îranî, û destnîşan kir ko ev pêngaveke metirsîdar e, û rêjîm çi pêngavên jidil bo Îranê navêje.
Eêherîrî bêtir got: ‘’Qonax dîrokî ye, an em ê Sûriyê ji rêjîmê û milîtanên Îranî re bihêlin, bo bêtir tawanan derheqê miletê Sûrî de pêk bînin, an jî emê berpirsiyariya rawestana himber metirsiyên paşerojê hilgirin. ‘’
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Bedir Camûs, tekez kir ko vegerandina çend dewletên Erebî ji peywendiyên xwe re ligel rêjîma Esed şaşitiyeke istiratîcî ye, û bêtir got ko ew dewlet di peywendiya navbera Esed û Îranê de û çi girêdana pirojeyên herdu aliyan e nagehên, û got: herdu hevûdu tekûz dikin.
Camûs bal kişandin ser hewildanên çavgirtina ji viyana miletê Sûrî, û biserxistina tawankaran û nehêlana dadwerî pêk were, dê bihêle gihandina aştiyeke herdemî li welat xewnek be, destnîşan kir ko ew dê pêlên tundûtûjiyeke nû çêbike, û derfetê veke ko ji nû ve rêkxistina Daiş derkeve.
Û got ku miletê Sûrî ji herdemê bihêztir e, û ew berdewam e di daxwazên xwe yên rewa yên bidestxistina azadî û rûmetê de, û berdewam kir: ‘’Em kar dikin bo misogerkirina daxwazên miletê xwe, ji ber vê em dê kar bikin di pirosêsa siyasî de ya ko Netewên Yekgirtî li gora biryarên navdewletî serpereştiya wê dike. ‘’
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî