Duhî yekşembê li Riyadê paytexta Siûdiyê desteya danûstandinê ya Sûrî civîna xwe ya roleyî bidawî kir, û kongirekî rojnamevanî lidar xist, tê de serokê desteyê Nesir Elherîrî li ser dawîtirîn pêşkeftinên pirosesa siyasî û Komîta Destûrî axivî.
Elherîrî got ku desteyê çend hevdîtin pêk anîne ji bo dawîtirîn pêşkeftinên meydanî û siyasî gengeşe bike, her weha têkçûna rewşa mirovî li kampa Elrikban û binpêkirinên li Idlibê çêdibin û danûstandinên li ser damezirandina herêma aram li bakurê rojhelatê Sûriyê ya bêyî rêkxistinên tiroristî gotûbêj kirin.
Elherîrî diyar kir ko desteya digel şandyarê navnetewî yê taybet Gier Pederson civiya û got ku wan gengeşyine hûrbîn li ser pirosesa siyasî û cîbicîkirina biryara 2254ê kirine, û giringî dan damezirandina komîta destûrî.
Elherîrî texmîn kir ku dê nêzîk karê komîta destûrî dest pê bike, û bal kişand ser ko gengeşeyên ana li ser palpiştiya komîtê û hûrbînî û bingehên pêrabûnên taybet bi wê dibin.
Û tekez kir ko komît dergehê pirosesa siyasî ya tekûz e, ya ko Netewên yekgirtî çavdêriya wê dike û got: ‘’ Em nuha dikarin bêjin ku em nêzîkî komîteke destûrî bûne, ko Netewên yekgirî wê damezirîne wek beşek ji cîbicîkirina biryara 2254ê ko pêngavek çareseriyê ya giring be.‘’ û destnîşan kir ko Deste dê bi “nêteke pak” di komîtê de beşdar bibe, ji bo paşeroja Sûriyê nîgar bike.
Elherîrî li ser rola Îran ya kirêt di dagîrkirina Sûriyê de û astengkirina çareseriya siyasî axivî û got ku Îran ji dêvla rêjîmê ve şerê miletê Sûrî dike, û tekez kir ko sedhezar şervanên Îranî an yên bi ser ve li welat hene.
Elherîrî bal kişand ser ku ‘’ rola Îran herbiher mezintir dibe, ji ber vê yekê em piştgiriya her bizaveke navdewletî ya ku têwerdana Îranê di herêmê bi giştî û li welatê me bi taybetî kêm bike dikin ‘’.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî