Serokê desteya danûstandinên Sûrî Nesir Elherîrî got ku Rûsya hêj piştgiriya rêjêma Esed ya leşkerî dike, û çûna pirosesa siyasî ne di bala wan de ye, û destnîşan kir ko di heman çaxî de Îran têwerdana xwe berdewam dike, û dixwaze cihê xwe bêtir çêbike.
Elherîrî di kongirekî rojnamevanî de li Riyadê got ku pirosesa siyasî rawestiyaye, û rêjîm destpêşxeriyên siyasî red dike, û tekez kir ko Rûsya di heman çaxê ko li pêşberî civaka navdewletî li ser pirosesa siyasî dipeyive, lê ew hemû cûreyên çekan li dijî milet li Idlibê bikar tîne, û diyar kir ko wan hevdîtina bi Rûsya re red kiriye heta ko operasiyonên bombebaranê rawestin.
Elherîrî diyar kir ko hêzên rêjîmê û Rûsya sivîlan li Idlib û gundewarê Hemayê amanc dikin, û zarok û jin û pîr amancên bombeyên Rûsyê ne, û salixa operasiyonên leşkerî yên rêjîmê û Rûsya da û got ko ew bobelateke mirovînî ye.
Elherîrî anî ziman ko operasiyonên leşkerî 900 Sûrî ji nav wan 210 zarok têk birin, û bêtir got ko operasiyona leşkerî bêtir ji nîv milyon Sûrî ji malên wan koçber kirine û jêrxan heta bi nexweşxane û mal û firneyan wêran kirine.
Derbarê têwerdana Îran ya nerewa di Sûriyê de, Elherîrî bal kêşand ser ko planên têwerdana Tehran di dezgehên dewletê û yên ewlehî û artêşê pirtir dibe, her weha milîtanên xwe tevlî artêşa rêjîmê kirine.
Elherîrî got ku Îran berê milet dide mezheba şî’hî , û di pirojeyê xwe yê mezhebperestî de berdewam e, û got ku çi çareseriya siyasî li Sûriyê pêk nayê eger Îran venekişe, û got: ‘’ em çi çareseriyê napejirînin eger hebûna Îran ya leşkerî li Sûriyê hebe, û emê tevaya xerabiyên îranê yên di civaka sûrî de kirine paqij bikin.‘’
Elherîrî dibîne ko êdî metirsiya Îranê gef e li ser aştî û ewlehiya navdewletî û herêmî, piştî ko barguhêzên petrolê yên kendavê amanc kirine, û daxwaz ji hêzin Libnanî kir ko dûrî hizbullaha tirorist û Îran û rêjîma Esed bikevin, û miletê Sûrî hilbijêrin, ne rêjîma ko rojekê ji rojan Libnanî li kolanan dikuştin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî