Serokê Desteya Danûstandinên Sûrî Nesir Elherîrî tekez kir ko rêjîma Esded û Rûsya di amanckirina herêmên niştecihan û yên zindîdar li herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê berdewam in û pabendî bi çi agirbestê nekirine.
Elherîrî di nivîsa xwe ya li ser Tiwîterê roja înê anî ziman ko dîroka rêjîma Esed û Rûsya kirêt e, ko pabendî bi çi peyman û agirbestê nekirine.
Û diyar kir ko ‘’ gotin li ser agirbestê dibe û berevajî wê pêk tê‘’, û tekez kir ko operasiyona bombebaranê berdewam e, û vê hişt sivîl ji nav wan zarok li gund û bajarok û bajarên gundewarên Hema û Idlib û Laziqiyê bibin qurbanî.
Her weha mizgeftan nimêja înê ji tirsa ko ji hêla rêjîmê û Rûsya bêne amanckirin tune kirin. Çalakvanan diyar kirin ko firokên cengî ji asmanê herêmê neçûne û çend bajar û bajarok ji berbanga evro de amanc kirine.
Rêjîma Esed û hevalbendên wê hemû peyman û lihevkirinên agirbestê û yên derbasbûna alîkariyên mirovî an rakirina dorpêçê ji ser herêmên dorpêçkirî binpê kirine, her weha li himber hemû biryarên navdewletî yên ko dîtina çareseriyeke siyasî û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê rawestiyane.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji civaka navdewletî kir ko tevbigere tako sivîlan biparêze û nehêle tawan derheqê wan de pêk bên, ji ber bombebarana berdewam li ser herêma kêmkirina şerî û daxwaz kir ko peymana Idlibê ya agirbestê bête parastin, û pirosesa siyasî ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya dadwer aktîv bibe.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî