Serokê desteya danustandinên Sûrî Dr. Nesir Elherîrî, cext li ser giringiya pêkanîna veguhestina siyasî ya giştgîr li Sûriyê kir, ji bo bidawîkirina derdeseriya miletê Sûriyê, û tekez kir ku Îran mezintirîn rêgir e li pêşiya çareseriyeke siyasî ya rasteqîn.
Elherîrî di çavpêketinekê de ligel Rojnameya “Al Sharq Al Awsat ” ya îro înê hatiye belavkirin, bal kişand ku girêka pêşdeçûna piroseya siyasî bi rola Îranê li Sûriyê ve girêdayî ye, û cext li ser giringiya derxistina milîsên terorîst yên Îranê ji Sûriyê kir, û got: “hîç çareserî li Sûriyê bi hebûna Îranê nabe “, û got ku “mana Îranê û milîsên wê li Sûriyê tê bi wateya berdewamiya ajawegerî û şêlupêliyê û nebûna çareseriyê û zêdebûna nakokiyên mezhebî”.
Elherîrî bal kişand ku Îranê heşt kiryar pêk anîne ji bo bicihkirin û mokimkirina milîsên xwe yên terorîst li Sûriyê, û got ku Qasim Suleymanî bi rêka wan kiryaran bû qeralê Sûriyê.
Û diyar kir ku Îran wek yekem kiryar, bû kelem li pêş çareseriya siyasî, û ev yek vegerand “ku çareseriya siyasî nakeve di berjewendiya wê de, ji ber ku çareserî û aramî wê bibe sedema derketina wê ji Sûriyê”.
Û bal kişand li ser kiryarên wê yên dana regeznameya Sûrî bo çeteyên xwe yên terrorist, û destdanîna li ser milk û malê xelkê Sûriyê, û hawirdekirina bi dehhezararan ji çeteyên biyanî li ser axa Sûriyê, û kontrolkirina dezgehên dewletê û navendên biryardanê.
Elherîrî tekez kir ku çend bingeh û serbazgeh li Sûriyê ji aliyê Îranê ve hatine avakirin, û herwiha çend ambar û cebexane û kargehên çek û teqemeniyan ên wê li Sûriyê hene, herwiha girêbestên abûrî yên samanên stratîjî li Sûriyê girêdane, û karê leşkerkirinê û belavkirina hizra mezhebperistiyê dike, bi riya xapandina ciwanên hejar, û destengî û bargiraniya abûrî derfet digire ji bo wan bêxe ardû û sûtemeniya şerê xwe.
Û Elherîrî, derbarê pêvajoya siyasî, got: “helwesta me realistirîn helwest bû. hemû çarerê bikar anîn, danustandinên Cenêv bikaranîn, Soçî bikaranîn, Astana bikaranîn, û civaka sivîl, û em dibêjin: ” Çi çareserî nabe, eger ne ligor lênêrîn û dîtina me û dabînkirina daxwazên miletê Sûriyê be, bi pêkanîna veguhestineke siasî ya rasteqîn ya çûna Esed misoger bike”.
Serokê desteya danustandinan çi giringî neda karvedanên encamên oparesyonên keşkerî li ser çareseriya siyasî, û got: “deskeftên Rijêmê yên leşkarî nayê bi wateya çareseriya pirsgirêkên serekî”, û zêdekir û got: “wê çi bêjin derbarê şerê dijeterorê? Penaber û koçberan? Şêlupêliyê? Aboriyê? Dagîrkariya Îranê? Ev babet hemû çareser nabin, eger ne bi pêkanîna çareseriyeke giştgîr li Sûriyê be, û dem hatiye ji bo bidawîkirina kuştinê û pêkanîna veguhestina siyasî û dabînkirina daxwazên gelê Sûriyê û çûna Esed”.
Elherîrî berpirsyaretiya serekî ya xirabiya rewşa welat xist stûyê Rijêmê, û got: “naxwazin Sûriyê bibe meydana yekalîkirina nakokiyên di navbera dewletên herêmî û cîhanî de, ji ber ku miletê Sûriyê fatora vê yekê li xwîna zarokên xwe û mîratê xwe yê şaristanî û aborî dide, û ji ber weha em rijdin li ser giringiya dabînkirina çareseriya siyasî, bi misogerkirina derxistina milîsên biyanî û Îranê û pêkanîna veguhestina siyasî”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî