Razgirê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê Riyad Elhesen got ko nîşanên li cem “Mikanîzma Navdewletî ya Bêlayen û Serbixwe” hene, derbarê tawankariyên herî metirsîdar li Sûriyê yên ji destpêka şoreşê de di adara 2011ê de , têra dadgehkirina serekê rêjîmê û hemû peyayên wî yên gendel dikin.
Elhesen xweşhaliya xwe da bi helwesta dewletên piştgir di civîna komelgeha giştî ya Netewên Yekgirtî, ya got ko aştî li Sûriyê misoger nabe eger dadwerî pêk neyê û lêpirsîn çênebe û piştgiriya “Mikanîzma Navdewletî ya Bêlayen û Serbixwe” nebe, ew alava wê lêpirsînê digel yên tawanbar bi pêkanîna tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovîniyê li Sûriyê bike.
Elhesen got ku dewletên pirinsîbên aştiyê û mafên mirovan li cîhanê belav dikin; gerek digel hev “Mikanîzma Navdewletî ya Bêlayen û Serbixwe” aktîv bikin, di çaxê ko nîşanin aşkere bûne ko ji sizayan rizgar bikin, û hewildanên hin hevalbendên rêjîmê ji bo rastiyên bikaranîna rêjîmê ji çekên kîmawî re dijî miletê Sûriyê veşêrin.
Elhesen tekez kir ko dadgehkirina tawankaran li Sûriylê li ser tawankariyên kirine, ne tenê hewildana misogerkirina pîvanên dadweriyê li vî welatî ye, lê dê destpêkeke giring be ji bo dadgehkirina her kesê tawankariyên cengê pêk anîne, û mafên mirovan li cîhanê binpê kirine.
Gotina razgirê Hevbendiyê hat piştî ko raporteke navdewletî aşkere kir ko nîşandek li rex hene ku bêtir ji milyon belgeyî derbarê tawankariyên cengê li Sûriyê ji 2011ê ve hene, li gora ko di raporta sêyem ya “Mikanîzma Navdewletî ya Bêlayen û Serbixwe” de hatiye, û ew nîşan belgeh û vîdyo û wêne û dîdevaniyên qurbanî û dîdevanan in.
Encûmena mafên mirovan ya bi ser Netewên Yekbûyî ve komîta vekolîna navdewletî ya serbixwe derbarê Sûriyê di 22 tebaxa 2011ê de damezirandiye, û karê vekolînê di hemû binpkirinên li Sûriyê ji destpêka şoreşê ve dibin spartiyê. Her weha bizavên civaka navdewletî hiştin ko biryara Netewên Yeklgirtî ya 2016ê derkeve, ya taybet bi çêkirina alava bêlayen û serbixwe bo beraberiya binpêkirinên mafên mirovan û tawankariyên cengê li Sûriyê bikin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî