Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê xweşhaliya xwe bi biryara desthilata Birîtanî da, ko wê hemû aliyên hizbullah yên siyasî û leşkerî wek rêkxistineke tirorist dîtin, ji ber kirdeyên wê yên tiroristî li herêmê û bi taybetî tawankariyên cengê ko li rex rêjîma Esed derheqê sivîlan de li Sûriyê pêk tînin.
Razgirê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Riyad Elhesen ragehandina desthilata Birîtanî pêngaveke giring dibîne, û daxwaz ji dewletên Ewropî kir ko ew jî vê pêngavê bavêjin, çimkî têwerdana endamên hizbullah di Sûriyê de aramiya herêmê têk da, û hişt ko pêlên koçberiyê bêtir bibin.
Elhesen got milîtanên hizbullah alîkariya rêjîmê kirine û piştgiriya wê di kuştina bi sedhezaran sivîl de kirine, ji gava ragehandine ko wan sala 2013ê têwerdana bajarê Elqisêr kirine, niştecih ji bajar û gundên wan derbider û perîşan kirine, û bal kişande ser ko ew bi fermana aliyê siyasî ya hizbullah hatiye, ew alî evro kursî di desthilata Libnanî û encûmena cîgiran de hene, û tiroristiya xwe bi rêya dezgehên fermî bikar tîne.
Elhesen tekez kir ko giring e pêrabûnin din jî yên ji dil derheqê wan milîtanên ko ji Îranê ve têne piştgirî kirin pêk bên , û destnîşan kir ko ew dê di berjewendiya herêmê bi giştî de be û bo pirosêsa siyasî ya ko Netewên Yekgirtî piştgiriya wê dike de be, ya li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê.
Bêtir got ko milîtanên hizbullah salên borî çi pêşketina lihevhatinan li Sûriyê yên ji bo agirbestê asteng kirine, û got ku ew milîtan hêj li hemû parêzgehan tawankariyan dikin û kirdeyên tiroristî derheqê niştecihan pêk tînin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî