Berdevkê desteya bilind ya danustandinan Salim Elmislit got ku nabe Esed “bimîne li ser serê desthilatê, ne di qonaxa veguhêz û nejî di paşeroja Sûriyê de”, û got ku ew nirxê giran yê gelê Sûriyê daye wê bêhûde biçe eger Esed li ser desthilatê bimîne.
Elmislit got ku hêjî karnameya gotubêjên Jinêv negihiştiye desteya bilind û tê çavrêkirin ku danustandin li 23’ê reşemehê dest pê bikin piştî destpêkirina danustandinên destpêkî, û bal kişand ku pêwîst e danustandin bi gengeşekirina veguhestina Siyasî dest pê bikin.
Herwiha berdevkê desteya bilind got ku me danustandinên rasterast divên ji bo kurtkirina demê, û em dawiyek bilez ji bobilata gelê Sûriyê re dixwazin “yê ku rastî qirkirin û koçberkirinê dibe li ser destê rijêma Esed û hevalbendên wê ji şeş salan ve”.
Elmislit tekez kir ku çûna Jinêvê ji bo ku em yekser bikevin naveroka piroseya siyasî de, ku veguhestina siyasî koka wê ye, li gor tekesta daxuyaniya Jinêv1 û durstkirina desyeyeke fermanraniya veguhêz ya bi hemî desthatdariyan.
Jêder: Bazinê Ragihandina Hevbendiya Niştimanî