Di dema borî de, çend bûyerên tirsnak li dijî penaberên Sûrî li Libnanê hatin pêkanîn, û ya dawiyê li roja çarşema borî bû, ku artêşa Libnanê rabû bi wêrankirina kampa “Yasmîn” ya biser Yekîtiya Komeleyên Alîkarî û Geşepêdanê ve ye.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de êrîşa li ser kampa penaberên Sûrî şermezar kir, û hewldanên ji bo vegerandina penaberên Sûrî bi darê zorê û fişara li ser wan ji bo vegerin Sûriyê di rewşa niha de di bin rîsk û metirsiya ji aliyê rejîmê û çekdarên wî yên terorîst û Hizbullah û Pasdarên Îranê şermezar kir.
Hevbendiyê tekez kir ku ev hewldan berovajî yasa navnetewî ne û her hewldanek di vê çarçoveyê de pêwîstî bi amadekirina rewşeke guncayî heye ji bo şert û mercên vegera bi dilxwazî û bi rûmet di çarçoveya çareseriya siyasî ya rastqîn di bin çavdêriya NY de.
Hevbendiyê bal kişand ku karê vê kampê nimûneyî ye, û xizmetgozariyan di rewşên awarte de pêşkêş dike, û karê wê bi rêkeftin ligel Wezareta Hundir ya Libnanê û ajansa penaberan ya NY dibe, û cext kir ku êrîşkariya li ser û wêrankirina wê bi wî awayî dibe binpêkirinek ji yasayê re û berovajî peymanên navnetewî ye, tevî ku binpêkirinek eşkere ye ji peymanên navnetewî re yên taybet bi penaberan.
Hevbendiyê got ku divê rayedarên Libnanê rabin bi lêpirsîneke fermî li hember vê “tawankariyê” û daxwaza serbestberdana kesên hatin binçavkirin û qerebokirina hemû kesên zeremend kir, çi penaber bin yan jî rêxistinên xêrxwazî bin, û got ku divê kar bibe ji bo standina hemû gavên pêwîst ji bo darizandina kesên berpirsiyar û nehêlana dubarekirina wê bi ti reng û awayî.
Herwiha tekez kir ku ev reftar “karekî beltecî û rengek ji rengê terorê ye”, û bal kişand ku ev dibe bi armanca peydakirina tirs û terorê di dilê penaberan de û zêdekirina fişaran li ser wan û bêparkirina wan ji mafên yasayî”.
Û got ku herwiha ev yek “weke gaveke nû xuya dibe ji bo girtina riyên jiyanê li pêşiya penaberên Sûrî yên li Libnanê”, û got ku ji ber wêrankirina van çadirên taybet bi rewşên tengav dikeve di çarçoveya zêdekirina fişara li ser penaberan û rêxistinên xêrxwazî weke destpêk ji bo pêkanîna kampanyayên nû yên vegerandina penaberan bi zorê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî