Berpirsekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir ko cihên aram û hêmin ji penaberên Sûrî re peyda bike û bi taybetî li Libnanê, li gora maf û biryarên navdewletî yên penaberan li cîhanê.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Bedir Camûs di daxuyaniyekê de îro got “berdewamiya di zêdegaviyên li ser cihê daniştina penaberên Sûrî mijarek nayê pejirandin”.
Wezareta berevaniya Libnanê daxwaz ji penaberên Sûrî li herêma “Riyaq Elbuqaiye” kir ko kampên xwe vala bikin ji ber sedemin ewlekariyê yên bi firokxana Riyaq ya leşkerî ve girêdayî ne, her weha serokê şaredariya Zehlê ji 7 hezar penaberî daxwaz kir ko ji herêmê derkevin bê yî sedeman diyar bike.
Camûs got zêdegaviyên derheqê penaberên Sûrî de dibin “li dijî yasaya navdewletî û serweriya yasaya navdewletî ya mirovî ne, û li dijî mafê mirovan e.” û daxwaz ji hemûyan kir ko penaberan ji pirogram û berjewendiyên siyasî bêalî bikin.
Camûs tekez kir ko “rola Netewên Yekbûyî li vê astê naraweste, lê divê operasiyona siyasî bipêşve bibe ji bo li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara navdewletî ya hejmar 2254 çareserkirinê misoger bike ” û dibîne ko ew çareserikirina herdemî ye ya ko aramiyê ji Sûriyê re pêk bîne û penaberên Sûrî han bide ji bo li mal û milkên xwe vegerin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî