Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, êrîşên hovane yên ji aliyê balafirên Rûsiya û Esed li dijî gundewarê Idlib û Heleb û Hemayê şermezar kirin, û berpirsiyarî bi timamî xist stûyê Rûsiya.
Ligorî çalakvanan, topên fosforê di wan êrîşan de hatin bikaranîn, û bi kêmayî heşt şehîd û hejmarek ji birîndaran ketin, tevlî wêrankirina gelek avahiyên welatiyan.
Hevbendiya Niştimanî hişyarî da civaka navnetewî derbarê encamên xerab ên bi destên rêjîmê û Rûsya û çekdarên Îranê yên serberdayî li dijî sivîlan li Idlib û Hema û Helebê, û metirsiya yarîkirin bi xwîn û jiyana welatiyên sivîl li ser çarenivîsa çareseriya siyasî.
Hevbendiyê cext kir li ser ku pêwîstiya rûdanên dawiyê bi karekî navnetewî yê lezgîn heye, ji bo bidawîkirina tawanên berdewam û binpêkirina biryarên navnetewî û peymanên agirbestê û kêmkirina zêdegaviyan, bi taybetî ku çarenivîsa bi sedhezaran welatiyên sivîl ketiye metirsiyê de, û encamên vê êrîşa terorîstî li ser herêmê dê pir ji yên êrîşên berê mezintir bin.
Hevbendiya Niştimanî, bang li Konseya Ewlekariyê kir, ji bo standina biryareke rasterast li hember Rûsyayê, û şermezarkirina tawanên li dijî gelê Sûriyê, û sepandina tedbîrên pêwîst ji bo rawestandina tawanên şer yên ji aliyê êrîşkeran ve dibin, di nav wan de tawanên têkildar bi bikaranîna çekên kîmyayî.
Herwisa Hevbendiyê daxwaza misogerkirina dadgehkirina tawankarên tawanên rûsiya û rejîmê û çekdar û milîsên piştgir ên rijêmê û hemû tuhmetbarên bi pêkanîna tawanan li dijî gelê Sûriyê, ji Konseya Ewlekariyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî