Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Ebdilbasit Ebdiletîf, digel rawêjkarê siyasî yê wezareta derve ya firensî Fabrês Disbloşan evro civiya, û digel wî dawîtirîn rewşa siyasî û komîta destûrî û rewşa meydanî li Sûriyê gotûbêj kirin.
Endamê desteya siyasî Behcet Eletasî, Selîm Elxetîb endamê desteya siyasî, û endamê fermanberiya peywendiyên derve, û Emel Şêxo endama desteya siyasî, û hevrêzkara ofêsa karûbarê penaber û koçberan li hevdîtinê amade bûn.
Ebdiletîf gurkirina şerî ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê li gundewarê Idlib pêşdîtin kir. got ku giring e civaka navdewletî têwerdanê bike ji bo agibestê feriz bike, û pêrabûnên pêdivî bike tako êrîşa tawankarî û bombebarana rêbazkirî rawestîne, ya ko bargehên zindîdar û taxên sivîlan li gundewarê Idlibê amanc dike, û pêrabûnên ko jiyana sivîlan dabîn bike bikin.
Di hevdîtinê de li ser çiv û livên rêjîmê axivîn ko dixwaze karê komîtê asteng bike, Elbdiletîf bal kêşand ser ko giring e biryarên navdewletî cîbicî bibin, û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 li gora demeke destnîşankirî ya ko di hemû biryarên navdewletî de hatiye.
Amadebûyan ji aliyê firensî re tekez kirin ko rêjîm ji destpêkê de bi çareseriya leşkerî re ye, lê arîşeya miletê raperî bi rêjîmê re ne şer bû, lê naveroka wê bo azadiyê ye, û dadwerî û wekheviya civakê ji hemû Sûriyan re misoger bibe.
Endamê desteya siyasî Selîm Elxetîb, destnîşan kir ko destûra nû eger ne di zemîneke hêmin û aram de be cîbicî nabe, û got hewildanên rêjîmê bo têkbirina karê komîta destûrî çi xizmetê heta ji wî re jî nakin, û got eger Sûrî gihan dema hilbijartinên perlemanî û destûr bidawî nebe, wê hingê dê hilbijartin ne rewa bin.
Amadebûyan tekezî li ser giringiya berdewamiya peywendiyên xurt navbera miletê Sûrî û Firensî de û bipêşvebirina wan peywendiyan kirin, her weha berdewamiya hevrêzkariyê digel Hevbendiya niştimanî, û bêtir Firensa piştgira opozisyona Sûrî be di kişandina rewabûnê ji rêjîmê.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî