Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanê ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, Ebdilbasit Ebdiletîf, teqîna terorî a bajarê Til Ebyed yê girêdayî gundewarê Rwqayê şermezar kir, û daxwaza rawestandina piştevaniya milîşeyên PYD yên tuhmetbar kir.
Û teqîna ku duh sêşemê navenda bajarê Til Ebyedê armanc kirîbû, bibû sedema şehîdbûna 6 sivîlan di nav de sê zarok hebûn, û 7 kesên din jî birîndar bûn.
Û çalakvanan eşkere kirin ku teqîn di riya erebeyeke mayînkirî re çêbibû, û bû sedema ziyanên mezin ji hêla dikanên bazirganî yên derdora teqînê, û dûv re hêzên polîs û asayîşên giştî xelekeke ewlehî li derdora cîgehê teqînê ferz kirin.
Û eqîd Abd Albaset Abdullatief, tekez kir ku armanckirina bi otombêlên mayînkirî ji şêweyên terorî ye li ba milîşeyên qendîlê yên Partiya Karkirên Kurdistan ya terrorîst.
Û Emîndarê Giştî got ku teroreke baş û pîs nÎne, terror yek e, û ew diyar e ji yên divên şerê wê bikin re, û qurbaniyên wê herdem kesên bêguneh in.
Û cext kir ku aşitî peyda nabe ji bilî bi vîneke navdewletî rasteqîn di riya miçiqandina jêderên terorê, û rawestandina piştgiriya van milîsan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî