Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê, Ebdulbasid Ebduletîf, bikaranîna rejîma Esed û sponserê wê Rûsiya ji tevahiya corên çekan re li Gundewarê Idlibê şermezar kir ,û da zanîn ku armanca rasteqîne ji vê yekê koçberkirina xelkê deverê ye, û wêrankirina jêrxaneyê ji bo nehiştina bingehên jiyanê û valakirina wê ji xelkê wê.
Ebduletîf lêzêde kir ku êrîşên tawankarî ên hevalbendê rejîmê li ser Idlib û gundewarê wê, tê wateya wê yekêye ku ew di riwê civaka navdewletî de radwestin, û sivkatiyê bi biryarên wê dikin, ji ber berdewamiya bêdengiya li ser tawan û komkujiyên ku rejîm û hevalbendên wê derheqê gelê Sûriyêde dikin.
Emîndarê giştî herweha got ku rejîma ku çekên şewatker û bombeyên goşeyî û yên bizmarî,û bermîlên teqîner herwiha çekên kîmawî bikar tîne, dê her karekî navdewletî bo rawestandina rijandina xwînê û rawestandina kuştin û wêrankirinê asteng bike.
Tîma “Hevrêzkarên bersivdana destpêkê li Sûriyê” Doh, Roja Înê amaje kir ku êrîşên hêzên rejîmê û Rûsiya di 24 demjimêrên derbasbûyî de, hişt ku zêdetir ji 2147 malbatan ji bajarê Meret “El-Numan” û hin deverên din li gundewarê başûr yê Idlibê koçber bibin.
Herwiha wê tîmê daxwaz ji tevahiya alî û rêxistinên navxwe kir ku cih ji wan re dabîn bikin,û dibistan û kampan vekin ji bo pêşwazîkirina koçberên gundewarê başûr yê Idlibê, û tekez kir ku gelek koçber hêj li ser rêyên sereke û li çolan asê mane.
Berya niha jî Hevrêzkarên Bersivdayînê di daxuyaniyekê de roja duşema derbasbûyî, tekez kirbû ku derdora 50 hezar kesî ji herdu deverên “Metert El-Numan” û ‘Cisir El-Şixûr” li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyêdi heyama meha çirîya paşîn ji encama helmeta leşkerî ya rejîmê û Rûsiya koçber bibûn.
Hêzên rejîmê û sponsera wê yê sereke Rûsiya, berdewam in di helmeta xwe ya leşkerî de li ser gundewarê Idlibê, û binpêkirinên wan berdewam in, û rêkeftina “devera kêmkirina şer” binpê kirine, ku rawestandina şer li bakurê rojavayê Sûriyê ya di yekê Îlona derbasbûyî biryar li ser hatibû dan li xwe digre.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî