Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Ebdilbasit Ebdiletîf, tekez kir ko milîtanên PYD û PKK berevaniya mafên Kurdan nakin, lê belê ew destek in ji bo xizmeta ecindeyên rêjîma Esed û pilanên wê yên kirêt ên ewlehî û paşeroja herêmê amanc dikin.
Û diyar kir ko destê rêjîma Esed di damezirandina PKK ya tirorist de hebû, piştgiriya wê kir, û li nêzîk Şamê û li devera Buqaa Libnanî leşkergeh jê re ava kirin, di heman çaxê ko rêjîmê Kurd li Sûriyê diçewisandin, û kesayetiyên niştimanperwer digirtin, û nedihişt partiyên Kurdî bi rola xwe rabin.
Û bal kêşand ser ko ev diyar dike ku amancên vê rêkxistinê ne ji bo xizmeta miletê Kurd an daxwazkirina mafên wan e, lê ew rêkxistineke terorist e, di demên şeran de wek hemî rêkxistinên teroristî geş dibe.
Emîd Ebdilbasit Ebdiletîf yê ko Fermanberê herêma Qamişlo bû, û 22 salan li wir kar kiriye, aşkere kir ko desthiladarên Şamê ferman dan wan ji bo qijleyên sînorî û çend bargehên herêmê radestî PYD bikin, berî ew di sala 2012ê de ji rêjîmê cuda bibe.
Ebdiletîf di daxuyaniyên taybet de got: ‘’Em ji peywendiya mukum ya di navbera rêjîmê û wan milîtanan de agahdar bûn, û peywendiya di navbera herdu aliyan de bi dabînkirina çekan û rahênanê bû, û amanca sereke jê rawestandina beşdarbûna Kurdan di şoreşa Sûriyê de bû. ‘’
Û destnîşan kir ko rêjîmê ji destpêkê ve metirsiya beşdarbûna Kurdan zanîbû, lewra istiratîciyek danî ji bo Kurdan jê bidûr bixe, bi kuştina têkoşer Mişel Temo yê ko simbola beşdarbûnê bû dest pê kir, û di pey re piştgiriya milîtanên PYD kir ji bo nehêlin Kurd derkevin xwepêşindanan, û ew bi dijminkariyên li dijî pêkhatiyên din û Tirkiyê ve mijûl kirin.
Û tekez kir ko kêşeya Kurdî kêşeyeke bingehîn a şoreşa Sûriyê ye, û got ku em dixwazin digel hev dewleta dadwerî û wekheviyê ava bikin, ya ko mafên hemû pêkhatiyan biparêze.
Emîndarê giştî daxwaz ji hemû Sûriyan kir ko li pey silogan û gotarên gelacî û tevliheviyê di navbera pêkhatiyên Sûriyê de neçin, û li ser pirinsîbên şoreşa Sûriyê bimînin, ji bo rûxandina rêjîma Esed a diktator, û misogerkirina azadî û rûmetê ji hemû takekesên civakê re.
Û got ku şerê li dijî PYD û PKK ji bo rawestandina tawan û binpêkirinên li dijî sivîlan e, û ruhakirina gel ji şer û rola wan ya xerab li herêmê, da ewlehî û aramî li herêmê vegere, di rêya damezirandina encûmenên xwecihî yên ji hêla xelkên herêmê bên birêvebirin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî