Duhî roja înê, Encûmena Netewên Yekgirtî ya Mafê Mirovan di pirojebiryareke xwe de, daxwaza bidawîkirina sercem oparesyonên esmanî û leşkerî yên ji aliyê hêzên Esed û hevalbendên wê li ser bajarê Helebê dibin kir, û sercem awayên birçîkirin û dorpêçkirina sivîlan şermezar kirin.
Herwiha biryarê daxwaza encamdana lêkolînek serbixwe kir, der barê binpêkirinên yasaya navdewletî yên li taxên Helebê yên dorpêçkirî bûne, bi rêka komîteyeke lêkolînê ya serbixwe ya taybet bi binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê, ji bo destnîşankirina sercem berpirsên van binpêkirinan û pêşkêşkirina wan bo dadgeh û lêpirsînê.
Komisyarê NY yê mafê mirov yê bilind, Mîr Zeyd kurê Re’id dît ku “îro bajarê Heleba kevin bûye qesabxane”, bi sedema êrîşên bimebest û berdewam li dijî nexweşxane û xwendingeh û bazargeh û nanpêjgrh û stasyonên paqijkirina avê.
Biryarê daxwaza hevkariya tekûz ligel encûmena mafên mirov û komîteya lêkolînê ya taybet bi binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê kir, û herwiha daxwaza dabînkirina gihandin û derbaskirina wê ya bilez û bêmerc bo sercem navçeyên Sûriyê kir.
Ev biryara bi erêkirina 24 dewletan derket, û ji aliyê heft dewletan hat redkirin, ku ewjî Elcezayir û Çîn û Rûsiya û Kûba û Venzewêla û Bolêviya û Borindî û bi redkirina beşdariya şazdeh dewletan di dengdanê de.
Hêjayê gotinê ye ku ji aliyêTora Sûrî ya mafên mirov, kuştina zêdetir ji 400 kesî bi guleyên dagîrkariya Rûsiya û rijêma Esed li taxên Helebê yên dorpêçkirî hatiye dîkomîntkirin, piştî bûrîna heyevekê di ser agirbesta hatî şikestin re, ya di heyamê hefteyekê ji destpêkirina wê şikest.
Û raporta roja pêncşemê ya di 20’ê çirya pêşîn de, kuştina 414 sivîlan dîkomînt kiriye, ku ji wan 338 li ser destên hêzên dagîrkariya Rûsiya hatine kuştin, ji wan 104 zarok, 54 jin in, û 76 sivîl bi destê hêzên Esed hatine kuştin di nav wan de 14 zarok û 9 jin hene.
Herwiha 6 êrîşên hêzên Rûsiya yên bi çekên şewtandinê hatine dîkomentkirin, û 151 bermîlên teqîner bi rêka hilîkopterên rijêma Esed li ser taxên Helebê yên dorpêçkirî hatine avêtin, û ligor heman raportê dagîrkariya Rûsiya bi encamdana 16 komelkujiyan û 30 êrîşan li ser navendên xizmetguzariya bajêr rabûye, û ji aliyê hêzên rijêma Esed 3 kuştar û 4 êrîş li ser navendên xizmetguzarî hatine pêkanîn.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî û Artêşa Azad duhî di daxuyaneyek hevbeş de gotin ku em dibînin ku pêwîst e û dem hatiye ku NY careke din, û nemaze piştî helbijartina sikêrtêrekî giştî yê nû, hûrbîniyek bi kûrahî û rastî ji siyasetên xwe re çêke, ku di dema bûrî de bi yek çavî li tawanbar û qorbanî temaşe dikir, herwiha ew di derbaskirina ajendeyên desthilata Bişar û milîsên terorîst yên Îranê de beşdar bû, û perdeyek xistibû li ser tawanên şer yên ji aliyê Rûsiya dibûn, ku li dawiyê bû sedema şikestina NY û nekarîna wê di pirotistikirina vê yekê de.
Herwiha Hevbendiyê û artêşa Azad cext kirin li ser ku berpirsyaretiyên civaka navdewletî gelek mezin in ji bo rûbirûbûna hewlên Rûsiya yên zêdekirina kuştinê li Helebê û deverên din, bi bikaranîna çekên qedexekirî, û ji wan bombeyên lerzandinê û napalim û yên şewtandinê û çekên kêmyayî, ku pêwîste li hember encamderên tawanên qirkirinê û yên şer bêdeng nemîne, ji kîsê xwîna xelkê Sûriyê û giyanê zarok û jinên wê.
Jêder: Hevbendî + Wekalat