Encumana Ewlekariyê doh êvarî civînek awarte li ser daxwaza Almanya , Belcîka û kiwêt lidar xist, ji bo gotûbêjkirina pêşketinên di rewşa idlibê de dibin, ku ev civîn wek temaker ji civîna girtî ya hefteya bûrî re ye, û gelek dewletan di wê civînê de dilniyabûna xwe ji çêbûna kirîzeke mirovî li deverê anîn ziman.
Û cîgira emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî ya karûbarên siyasî, Roz Mari Dicarlo, got ku gurkirina leşkerî ya rijêmê û Rûsyayê dijî Idlibê zêdetir ji 120 hezar kesî derbider kiriye.
Û karlo dît ku sedemên rijêm û Rûsya dibêjin; nabin behane ji bo xistina jiyana 3 milyon kesî di bin metirsiyê de, û daxwaza yekirina rêzan kir ji bo kêmkirina şer li deverê û pêşdebirina ber bi dîtina çareyeke siyasî.
Û cîgirê emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî ya karûbarên mirovî, Mark Lokok, amaje bi hetina raporên ku behsa kuştina 160 kesan bi kêmanî di sê hefteyên bûrî de li deverê kir, û amaje kir ku çi êrîşa berfireh dijî Idlibê, wê ji karînên rêxistina navdewletî ya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji xelkên deverê re mezintir be .
Û bal kişand ser ku ajansên mirovî nikarin ta niha alîkariya derbiderên li bakurê Sûriyê bikin, û dilniyabûna xwe ya mezin ji berdewamiya êrîşên asîmanî li ser deverê anî ziman, bêyî ku têxe hustê aliyekî de, û tekez kir ku 49 avahiyên pizîşkî karê xwe helawîstine ji ber pirbûna dijminkariyan.
Û nûnerê Tirkyê yê herdemî li Neteweyên Yekbûyî , Ferîdon Sinîrlî oğlo, hişyarî da ji çêbûna bobelatekê li parêzgeha Idlibê, û dilniyabûna xwe ya mezin anî ziman ji binpêkirinên ku rêjîm dike, yên ku bi ser 600 pinpêkirinan ketiye.
Û Sînîrlî Oğlo amaje kir ku hêzên rêjîmê sivîl û dibistan û nexweşxane armanc kirine, û tekez kir ku rêkeftina Idlibê ta niha nehiştiye ew bobelat çêbibe, û daxwaza parastina wê rêkeftinê kir ji bo ewlekariya bi milyonên kesan.
Û cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, Bedir Camûs, doh , tekez kir ku berdewamiya operasyonên bombebaranê wê badoreke neyînî li prosesa siyasî û rewşa mirovî bike.
Û camûs bal kişand ku têkçûna Encumana Ewlekariyê careke din di parastina sivîlan de, tê wê wateyê ku jiyana 4 milyon kesî di metirsiyê de ye, û got : Ji Encumana Ewlekariyê tê xwestin ku sivîlan li Hema û Idlibê zû biparêze, û alîkariyên pizîşkî û mirovî ji wan re pêşkêş bike.
Jêder : Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî