Encûmena îslamî ya Sûrî di daxuyanîyekê de li ser rûpela xwe ya fermî li ser malpera “Facebook”ê duhî tawankariyên milîsên Îranê li Sûriyê şermezar kirin, yên bûne palpişt bo dirêjkirina sedemên mana rejîma Esed, û civaka navnetewî berpirsyar dît di ber siyasetên mezhebî yên Îranê û ferzkirina şî’îtîyê li Sûriyê .
Di daxuyaniya Encûmenê de hat ku Îranê corek ji dagîrkariya herî xirab e, ku li dawiyê karî şî’îtîyê bi darê zorê li hin deverên Sûriyê li ser xelkê ferz bike, û bal kişand ku Îran şî’îtiyê ji berî şoreşê de bi awayên nerim belav dike.
Encûmenê tekez kir ku Îran dewleteke dagîrker ji Sûriyê û gelê wê re ye, ew hevparê rejîma tawanbar e di hemû tawanên wê de her ji rojên pêşî ji destpêka şoreşa Sûriyê, û herwiha zêdetir ji pêkanîna kiryarên kuştin û tawankariyan rabû bi guhertina demografîk bi darê zorê.
Di daxuyaniya Encûmenê de hatiye ku Îran guhertina çandî û îdeolojîk bikar tîne, bi riya peydakirina nakokîyên kûr di civaka Sûriyê de, bi avakirina sazî û zanîngeh û xwendingehên belavkirina mezhebê şî’îtiyê li çend bajaran.
Encûmenê di daxuyaniyê de bi giştî bang li hemû pêkhat û dezgehên zanistî û olî û hemû xemxoran kir ku li dijî vê dagîrkariya çandî ya ku dê hemû nirxên pêkvejiyan û aramiyê jinav bibe di nava gelê Sûriyê de rawestin.
Encûmena îslamî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ev dagirkerî dibe gef li ser hemû pêkhateyên olî û taybetmendiya gelê Sûriyê , û Îranê bangdana nimêjê û şêweyên din ên mezheba şî’îtiyê li hin deverên sunemezheb wek Dêrazorê ferz kirine.
Encûmenê daye zanîn ku dagîrkeriya çandî bi tirstir e ji dagîrkeriya leşkerî, û hişyarî da xelkê Sûriyê ku hevkariyê bi wan saziyên ji aliyê Îranê li Sûriyê kar dikin di bin perdeya olî yan zanistî de nekin.
Encûmenê di dawiya daxuyaniya xwe de, hemû rêxistinên herêmî û navnetewî û saziyên têkildar berpirsyar dîtin di ber bêdengiya li hember siyasetên Îran bi darê zorê bikar tîne ji bo guherandina baweriyên xelkê bi zorê, û ferzkirina dagîrkeriya çandî li Sûriyê, hevdem ligel guhertina demografîk, bi razîbûna rejîma mezhebperist.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê gelek caran hişyarî daye li hember metirsiya berdewamiya siyaseta hejmongeriya Îranê ya ji bo peydakirina guhertina demografîk li welêt, û ev yek bi tawanên şer binav kiribû, ku digehêjin asta tawanên dijemirov, û nabe bête paşguhxistin û divê lêpirsîn bibe û kesên berpirsîyar bêne sizadan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî