Encûmena Niştimanî Kurdî bang li civaka navdewletî kir tako fişarê bidine ser milîtanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat ji bo nema zarokan birevîne û wan nebe leşkergehên leşkeriya neçar.
Encûmena Niştimanî Kurdî di daxuyaniyekê de got ko ev kar û kirdeyên tiroristî yên rêbazkirî ji aliyê milîtanên Partiya Yekîtiya dîmuqrat ve di çarçoveya istiratîciya bidawîanîna jiyana siyasî li herêmên piraniya wan kurd in li Sûriyê. Encûmenê bêtir got ko milîtanên PYD kesên ko temenê wan bêtir ji 35-40 salî dibe leşkeriya neçar an jî wan li ba xwe dihêle ji dêvila zarokên wan ve tako ji Kurdistana Iraqê vegerin, berê jî Partiya Yekîtiya dîmuqrat bi dehan kadirên partiyên Encûmena Niştimanî kurdî girtine, û vê dawiyê hin revandine, ji wan: Berzan Silêman endamê desteya şêwirdarî ya partiya dîmuqratî Kurdistanî û Ebdulqehar Ezîz Ebdulrehman endamê komîta xwecihî ya heman partiyê, û Cengîn Elîko û Cuma Elehmed endamên komîta herêmî ya partiya yekîtî kurdî li Sûriyê.
Encûmena Niştimanî di daxuyaniya xwe de xwest ko civaka navdewletî têwerdanê bike ji bo van kirdeyên ko milîtanên Yekîtiya dîmuqratî dike ji astengkirina azadiya mirov û leşkeriya neçar û koçberkirina kotekî û ferizkirina rêbazên idyolocî û girtina bargehên Encûmena Niştimanî Kurdî û partiyên wê rawestîne.
Encûmena Niştimanî van karên tiroristî pirotesto û red dike, di heman çaxî de jî daxwazê ji civaka navdewletî û rêkxistinên mafnasiyê û dewletên mezin dike yên ko bandora fişara wan li ser PYD heye tako nehêlin van kirdeyan bike bi behaneya şerê DAIŞ , û wî şerî bike behanak ji bo jiyana siyasî li herêmên ko piraniya wan Kurd in li Sûriyê têk bibe.
Ji hêla xwe ve rêkxistina lêborîna navdewletî “Emînisntî” Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD bi girtina serpereştên Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê ENKS di zindana Elaya li bajarê Qamişlo tawanbar kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiyê