Enes Elebde bi boneya domahiya dema Serokatiya wî ji Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî re, gotarek ji gelê Sûriyê re rêkir, û tê de giringtirîn rawestgehên ku şoreşa Sûriyê tê re desbas bûye û Hevbendiyê tê de kar kiriye eşkere kirin.
Û diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî ji bo xurtkirina rewaya xwe ya cemawerî xebitiye, di riya serdanên pir bo deverên rizgarkirî, û parastina rêça siyasî û pirensîpên ku ji bo wê gelê Sûriyê derketine kolana, û pêkanîna nûnertiya nêzîkî perlemantoyê ji Hevbendiya Niştimanî re.
Û Elebde got ku Hevbendiya Niştimanî di dema bûrî de karîbû asta şoreşê û xwestekên gelê Sûriyê dûrî rewşa leşkerî ya dijwar û rewşa ku di qonaxekê de herkesî pişta xwe dabû Sûriyan biparêze, û tekez kir ku “helwestên me ji pirosesa siyasî û Komîteya Destûrî li gor kolan û şoreşa Sûrî û daxwazên wan yên mafdar in”.
Û got ku”kesî em hilnebjartine lê rewaya me ji pabendiya bi pirensîpên şoreşa Sûrî tê, û ger me xwe jê da alî wê demê emê rewatiya xwe ji dest bidin”.
Û Elebde cext kir ku Hevbendiya Niştimanî pir girîngiyê dide doseya girtiyan, nemaze xeternakiya belavbûna bêtara Koronayê di nav wan de, di dema tunebûna guhdana bijîşkî de, û bal kişand ku Hevbendî bi helmeteke dîplomatîk a mezin rabû, û di riya wê helmetê re daxwaz ji tevaya dost û Saziyên Navdewletî û Mafnasî kir, ku bi rola xwe rabin, û ji bo serbestberdana wan girtiyan fişarê li rêjîmê bikin.
Û Elebde bal kişand ser karê Hevbendiya Niştimanî di rêxistinkirina rewşa yasayî ya Sûriyên li Tirkiyê û pêkanîna Komîteya Sûrî–Tirkî ya Hevbeş, yaku îro cihekî fermî ye di navbera Sûriyan û Hikûmeta Tirkiyê de.
Û ji aliyekî din ve Elebde diyar kir ku Rêjîma Esed bi rengekî lezgîn di warê aborî û civakî de hildiweşe, û Yasaya Qeyser dê roleke zêde di wê lezbûnê de bilîze, di dema ku Hevbenî li misogerkirina gihandina alîkariyên mirovahî û pêdviyên sereke ji gelê me yê li tevaya Sûriyê dijî re miqate ye.
Û Serokê Hevbendiyê tekezî li ser pêgiriyê bi pirensîpên şoreşê wek pirensîpên niştimanî yên bi xwîna pakrewana hatiye nivîsîn kir, her weha tekezî li ser karê ji bo çareya siyasî ya cidî ya Sûriyê bighîne Veguhestina Siyasî li gorî biryara 2254 kir.
Û Elebde got ku ” Pêkanîna mercên jîngeheke ewle û vegerandina Sûriyan bo welatê wan ji yekemîn armancên meyên sereke ne, ji ber ku hebûna wê jîngehê; cudahiya di navbera jiyan û mirinê de ye, di navbera awarebûn û vegerê, navbera têkçûna Sûriyê û vejîna wê ya ji nû de ye, ji ber ku misogerkirina wê jîngehê gewherê çi çareya siyasî ye”.
Û Elebde cextî li ser pêwîstiya berdewamiya kar û li ser girîngiya avakirinê li ser tiştên hatine avakirin kir, û berdewamiya têkoşînê li ser hemû astan ta bighînin Sûriya di sawêr û xwenên me tevayan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî