Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, dît ku rexneyên ji aliyê Wezareta derve ya Rûsiyayê yên li rêxistina Berevaniya Sivîl ya Sûrî dibin, tên ji ber ku gelek fayil û dokument di destê wê de hene li ser eşkerekirina tawanên balafirên Rûsiya û hêzên rijêma Esed yên li dijî welatiyên sivîl pêk anîne.
Hevbendiya Niştimanî îro roja çarşemê di daxuyaniyekê de got ku “Êrîşa Wezareta derve ya Rûsaya li ser saziya Kumên Spî, tê di çarçova daxwaz û niyaza wê ya hovane de ji bo tolvekirinê ji wê, ji ber ew gefeke rastyeqîn e li ser tawankaran û alîgirên wan, bi taybetî ji aliyê yasayî ve”.
Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku kadroyên Kumên Spî her ji destpêkê de zincîrek ji tawanên li dijî gelê Sûriyê dokument kirine, tevlî parastina belge û wêne û raportan, û qeydkirina deng û vîdeoyan û belge ji welatiyên sivîl ên birîndar û belgenameyên li ser tawan û herêmên armanckirî, ku ev hemû bi giştî dibin belge û materyalên qanûnî yên bi hêz, li pêşiya dadgeheke bêalî, ji bo piştrastkirina gunehbarkirina rijêmê û berpirsiyariya Rûsya li ser pêkanîna tawanên şer û tawanên dijemirov û binpêkirina yasa navnetewî”.
Û bal kişand ku hilmeta li dijî Bergiriya Sivîl bi sernakeve û got: “Ew kesên derewan li ser kar û xebata vê rêxistinê belav dikin, ji sertewanina xwe pêve bidest naxin, ku bi tenê ew derew dikevin di nav wan hewldanan de yên dixwazin careke din wan bi roket û bermîlên teqîner armanc bikin”.
Û diyar kir, ku bergiriya sivîl ji bo parastin û rizgarkirina sivîlan her ji destpêkê û heta niha 251 şehîdên saziya xwe ji dest dane, û gelek ji wan bi sedema êrîşên balafirên Rûsiya û rijêmê li ser heman armancên berê ji bo bombrbarankirina kesên karên hawarhatinê dikin hatine kuştin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi navê bimilyonan welatiyên sûrî, bi rêzgirtin û serbilindî silavan pêşkêşî xwebexşên bergiriya sivîl ya Sûrî kir, û piştrast kir ku xebata wan wê bimîne cihê rêz û hurmetê li rex gelê Sûriyê, û hemû mafxwaz û alîgirên azadî û mirovahiyê li tevaya cîhanê.
Û daxwaz ji NY kir û got ku ji bo rizgarkirina 3,750 xwebexşên Berevaniya Sivîl hêjî ji bo parastina sivîlan di hindur Sûriyê de kar dikin, û hîn jî çarenivîsa bi sedan ji wan nediyar e, û ji bo derketina wan bi aramî, pêwîstî bi destwerdana Netewên Yekbûyî (NY) heye.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de cext kir ku xwedanên Kumên Spî dê berdewam bimînin sembola dilsozî û mirovahiyê, û bizava wan wê bibe çavkaniya qehremaniyê û serbilindî û rûmetê, wek heman rola wan ya mezin di rizgarkirina jiyana welatiyên sivîl, û helbet wê şehidhalbûna wan nîşanek xurt be li ser tewanên tewankaran ji bo pirotestokirina wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî