Firokên rêjîma Esed û dijminkarê Rûsî êrîşên xwe li ser bajar û bajarokên gundewarê Idlib berdewam dikin, herêmên niştecihan û herêmên zindîdar û bargehên artêşa Sûrî ya azad amanc kirin, di encamê de bi dehan sivîl û leşker şehîd ketine.
çalakvanan tekez kir ko bêtir ji 50 sivîlî duh yekşembê li gundewarê Idlib şehîd û birîndar ketine, ji encama pêkanîna bêtir ji 80 êrîşî û bombebarankirina firokên dijminkarê Rûsî li ser derdora bajarên Seraqib û Xan Şêxûn û Cisir Elşixûr û bajarokê Elteman’a û Til Miriq û Tirê’ û Elhemdaniya û Hiloz û Iştibriq û derdora bajarokên Eltih û Kîk û Sircê û firokxana Ebû Eldihûr ya leşkerî û malên sivîlan û derdora navendên zindîdar.
Jêderekî ji artêşa Sûrî ya azad duh got ko firokên dijminkarên Rûsî bi bêtir ji 11 êrîşan gundê Til Mirdîx li gundewarê Idlibê bombebaran kirin, û diyar kir ko bombebaranê bi xurtî bargehên artêşa azad li bajêr amanc kir, di encamê de bêtir ji 44 leşker ji endamên Feyleq Elşam ya bi ser artêşa azad ve şehîd ketin û 5 endamên berevaniya sivîl û çend sivîl di dema hewildana derxistina kelaxan ji nav wêraniyan birîndar bûne.
Çalakvanan got ku bombebarana Rûsî herêmên derbideran li gundewarê Idlibê amanc kirine, û diyar kirin ko firokên Rûsî bi şêweyekî tund navenda Muxeyem Elnûr yê bi ser bajarokê Circinaz ve amanc kirine, di encamê de 13 sivîl birîndar bûne û kesên rewşa wan metirsîdar e di nav wan de hene, bombebaranê 20 çadir wêran kirine, û xelkên li kampê niştecih dibin 700 malbatên ko ji parêzgeha Hemayê derbider bûne. Her weha firokên Rûsî bêtir ji êrîşekê dane ser taxên derbideran li derdora bajarê Xan Şêxûn , di encamê de çend kesên ku jin û zarok jî di nav wan de hene birîndar bûne.
Firokên Rûsî ji hefteyekê de bi şêweyekî taybet û tund nexweşxane û navendên bijîşkî û navendên zindîdar li gundewarê Idlib amanc dike, evê jî hişt ko hinek ji wan ji xizmetê derkevin û yên din ziyan gihaye wan, bombebaran gihaye bêtir ji heft nexweşxane û navendên bijîşkî hem jî navendek ya berevaniya sivîl li bajarê Xan Şêxûn û Kehrebgeha bajarê Kefer Eyn û bargeha berevaniya sivîl li bajarê Kefer Nubil û dibistanek ko derbider têde bûn li bajarê Elhebît li gundewarê Idlibê amanc kirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî