Firokên Rijêmê û Rûsiya çekên qedexekirî mîna bombên fisforî û weşî û napalim bi awayekî himbêz di êrîşên xwe yên vê dawiyê de, yên li ser gundewarê bakurê Hemayê heta bigihêje Xan Şîxon li gundewarê Idlibê bikar tînin.
Navenda ragihandina Hemayê got ku gundewarê bakur yê Hemayê nemaze Tîbet îmam û Hilfaya û Kefirzêta di çend demjimêrên bûrî de bi zêdetir ji 200 mûşek û heftê êrîşên esmanî bi bombên fisforî û napalimê hatin armanckirin.
Herwiha ku hêzên Rijêmê û firokên Rûsiya êrîşên xwe her ji êrîşa kîmyayî ya vê dawiyê li ser gundewarê bakur yên Hemayê û heta bigehêje bajarokê Xan Şîxon zêdetir dike, û ligor serjimêriya rewangeha leşkerî ku gundewarê başûr yê Idlibê her ji heman êrîşê de rastî zêdetir ji 3000 êrîşan bi bombên boşayî û fisforî hatiye, ku ev yek wek tundkirina êrışên çavrênekirî li ser navçeyê tê dîtin.
Beşa mafên mirov ya ser bi komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê dît ku kiryarên kuştin û komelkujiyan yên bi destê hêzên Rijêmê û milîsên tagirên wê dibin, wek tawanên dijemirov û tawanên şer in, yên ligor zagona Roma ya serekî ya dadgeha tawanên navdewletî ya pesindkirî di 17’ê tîrmeha 1998an de, nemaze ligor mada şeş û heft ya heman zagonê.
Û daxwaza pêkanîna komîteyeka lêkolînê ya taybet û sepandina navçeyeka dijfirîn û aram ji civaka navdewletî û nemaze ji Encûmena Asayîşa Navdewletî kir, ji bo parastina sivîlan li navçeyên rizgarkirî, û herwiha daxwaz ji rêxistinên mafên mirov û rêxistinên sivîl kir ku bi awayekî karatir fişaran bêxin li ser hikûmetên xwe, ji bo bidawîkirina tirajîdiyên gelê Sûriyê û sînorkirina tawanên Rijêmê û pêşkêşkirina tawankaran bo dadgehên navdewletî ji bo bigehêjin sizayên xwe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî