Berpirsiyarin Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, gotin ku ew bi hêvî ne ko ev dûrkirina ji kar ya bi sedên mamosteyên Sûrî li kampa Elzaterî li Urdinêji ji hêla rêkxistina Unisef, ne siyasetek rêbazkirî be, ji bo fişaran bidin ser penaberên Sûrî da wan neçar bikin ji bo dest ji penagehan berdin.
Rêkxistina navdewletî biryar daye ji bo dûrkirina 675 mamosteyên Sûrî yên di 29 dibistanan de li hindirê kampê kar dikin ji karên wam, û ev biryar di civîna duh de ji mamostayan re ragehandine.
Razgirê desteya siyasê ya Hevbendiya niştimanî Riyad Elhesen, bal kişand ser ko ev mijar dê bihêle penaber fişarên Rûsî bipejirînin û vegerin xaka Sûriyê ya li jêr kontrola rêjîma Esed, ew dibîne ko ev yek dijberî peyman û biryarên navdewletî yên taybet bo rewşa Sûriyê ye, yên ko tekeziyê li ser vegera bi reaz xwe û dabînkirina rewşeke aram bo wan dikin.
Elhesen got: rêjîmê ‘’ Hovên xwe berdane kolanan, û di kuştina sivîlan û girtin û êşkence û sotandina kelaxan de berdewam in.‘’
Û tekez kir ko bêserûberiya ewlehiyê li Sûriyê gihaye asteke bilind, û got: ‘’ Eger penaber vegerin Rûsya nikare ewlehî û saxlemiya wan dabîn bike, û mijar ji derveyî karîna rêjîmê ye jî.‘’ çimkî milîtanên jêr kontrola Îranê li her derê belavkirî ne.
Û endama desteya siyasî û seroka birêveberiya penaberan Emel Şêxo, got ku vegera penaberan di dema hebûna rêjîmê û dezgehên ewlehiya wê û operasiyonên dardakirina meydanî û girtina bêsedem û bêserûşûnkirina kotekî, dihêle penaber tûşî metirsiya kuştinê bibin.
Daxwaz ji civaka navdewletî û rêkxistinên mafnasiyê kir ko li himber van pilanan rawestin, û berevaniya mafên penaberên Sûrî bikin, û wan ji çarenivîsa nediyar ya dema vegerê li hêviya wan e biparêzin.
Li gora hejmarên netewên yekbûyî, 6.1 milyon penaber li hindirê Sûriyê derbider in, û nêzî 5.5 milyonî li dewletên erebî û Ewropa penaber in, û zarok û jin 70% ji wan in.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî