Ofîsa Peywemdiyên Derveyî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, name ji şandên Dewletên Dost û yên bira yên gelê Sûriyê re bi boneya Cejnên Zayînê şandin, jibo handana wan da nehêlin bobelateke mirovahî li Idlib û gundewarê wê pêk were.
Û ev kar wek beşekî ye ji helmeteke diplomasî ya mezin ya ku serokê Hevbendiya Nişrimanî Enes Elebde û Ofîsa Têkiliyên Derve pê radibin, jibo komkirina helwestên nevdewletî bi armanca rawestandina yekesr ji dijminkariya Rijêma Esed û Rûsyê li ser Idlibê re.
Û serokê Ofîsa Peywendiyên Derveyî, birêz Evdilehed Stêfo, di nameya xwe de diyar kir : Di dema cîhan ahengên Cejnên Zayînê lidar dixe, Rûsiya û Rijêma Esed tewanên cengê yên tirsnak dijî sivîlan pêk tînin, û got: “ Di dema ku hûn vê nameya min dixwînin, Idlib rastî bobelateke mirovî dibe, bi sedema tewan û bombebaran û operasyonên koçberkirinê yên berdewam, û qurbanî pirtir dibin, û Parastina Sivîl bi hemî karîn û hêza xwe kar jibo rizgarkirina sivîlan dike”.
Her weha got: “ Herdem em dibêjin ku ti Idlibên din li paş Idlibê nemane, û Idlib bûye Sûriya biçûk, lewra hûn Karin texmîn bikin, çendî rewş dijwar û bobelatî ye, û çi sosreteke mezin di rojên dahatî de li benda me ye”.
Û daxwaz ji tevaya dewletan kir ku hemî karênên xwe bikar bînin jibo danîna sînorekî ji derdeseriya gelê Sûriyê re, û rawestandina dijminkariya Rûsiya û rijêmê dijî wî, û kar jibo cîbicîkirina biryarên navdewletî bibe, û di serî de Beyana Cinêvê û Biryara 2254.
Û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bizaveke bilez û cidî bike , jibo rawestandina bobelata Idlibê, û hêvî kir ku sala nû çêtir be, û dilovanî û aştî tê de bêtir be, û hêviyên gelê Sûriyê yên rûmet û azadiyê têde pêk werin.
Û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî hêvîdar e ku sala dahatî bêtir karên hevbeş bi xwe re bîne, û têkilî mukumtir bibin da Sûriya azad û demoqrat û bi aştî bijî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî