Seroka fermanberiya karûbarê penaberan ya Hevbendiya Niştiomanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Emel Şêxo, daxwaz ji Netewên Yekgirtî û hemû rêkxistinên navdewletî û yên hawarhatinê kir ko rewşa awarte ragehînin, bi sedema şepêla sermaya tund ko li kampên penaberên Sûrî daye, û tekez kir ko pêdiviyên bilez divên ji bo rizkarkirina bi milyonan kes piraniya wan zarok û jin in.
Şêxo di daxuyaniyên taybet de roja pêncşembê got ku bilezkirina Netewên Yekgirtî û rêkxistinên wê ‘’Dê ziyanê kêmtir bike û nahêle bêtir qurbanî biçin, û bal kişand ser ku gerek pirsgirêkên siyasî nebin rêgir di riya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bo ew kesên ziyan bi sedema berfê gihaye wan ’’.
Şêxo dilgiraniya xwe anî ziman li ser rewşa penaber û derbiderên Sûrî li kampan, û got: ‘’piştî heşt salan hêj kamp wek xwe ne, û di havîn û zivistanê de dikevin ber bobelatan, bêyî ko çi çareseriyên birêkûpêk ên bobelatan bidawî bikin bêne danîn‘’, û Destnîşan kir ko ‘’ Berpirisiyariya Netewên Yegirtî ya sincî ye ku nehêle bêtir qurbanî çêbibin‘’.
Û got: ‘‘Ev bobelata ko herdem nû dibe divê raweste’’, û got ku ew jî pêk nayê eger sedemên ko hiştin miletê Sûrî têkeve kampan neçin, û bal kişand ser ko ew dê pêk bê gava biryarên Netewên Yekgirtî yên bi rewşa Sûriyê ve têkildar û ya pêşî daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 cîbicî bibin.
Nûnerîtiya Netewên Yekgirtî li Libnanê hejmarine tirsank yên ziyanên ko gihane kampên penaberên Sûrî di çend rojên bûrî de ên bi sedema berfê çêbûne serjimar kirine.
Di raporteke xwe de aniye ziman ko bi dehhezaran kes di bin gefa lehiyê de ne, hem bi dehan kampên nefermî hene, lehiyê daye bin wan an jî bi tekûzî têk çûne.
Her weha zarokeke sê salî li kampa Elrikban miriye, çalakvanan diyar kiriye ko sermaya tund û peydanabûna sotemeniyê û nebûna guhdana bijîşkî, bûn sedema mirina wê zarokê.
Her weha derbider û koçberên kotekî li kampên bakurê Sûriyê bi sedema şepêla bahoz û berfê di rewşeke xirab de dijîn , û çalakvanan diyar kir ko lehiyên li herêma Etma çêbûn; bûne sedema ketina pira li navbera herêma Efrîna li gundewarê Helebê yê bakur û Etma li gundewarê bakurê Idlibê.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî