Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, îro pêncşemê civîna xwe asayî lidar xist, û têde rewşa metirsîdar ya li gundewarê Idlib û kampan, û herwiha karê Komîteya Destûrî û hewildanên şanda rejîmê jibo astengkirina karê komîteyê li Cenêv gotûbêj kirin.
Desteya siyasî, zêdebûna êrîşên leşkerî li ser gundewarên Idlibê û rewşa trajîk ya li kampan bi hatina zivistanê, nemaze piştî şewitandina kargehên neftê gotûbêj kir, ku bû sedema zêdebûna aloziya peydakirina sotemeniyê li deverên rizgarkirî, û bang li civaka navdewletî kir ku bi erka xwe rabe ji bo parastina sivîlan.
Desteya siyasî bi peywendiya vîdyoyê civîna xwe bi nûnerên Hevbendiya Niştimanî di Komîteya Destûrî de li Cenêvê berdewam kir, ku kurtiyek li ser bûyerên herî girîng yên gera duyemîn ya civînên Desteya Destûrî pêşkêş kirin, û behsa hewldanên astengkirina bi mebesta ji hêla şanda rejîmê ve kirin, herweha hewla wê ya ji bo bi polîtîkkirina karê Komîteyê û pêşniyarkirina kêşeyên siyasî ji derveyî karê Komîteyê ji bo astengkirina xebata Komîteyê.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Al-Abda di civînê de tekez kir ku nabe şanda rejîmê destkeftiyên siyasî bidest bîne bi hewldanên derengxistin û bêserûberkirina xebata komîteyê li Cenêv, û got ku divê civaka navdewletî vê yekê rawestîne, yan jî rêjîm dê berdewam be li ser astengkirina karê Komîteya Destûrî û guhertina pêvajoya wê.
Desteya siyasî tekezî li ser nivîsandina makezagonek nû ji bo welat kir, û destpêkirina gavên cidî bo çareseriyek siyasî ji bo bidawîkirina trajediya gelê Sûriyê, û cext li ser giringiya pêkanîna biryarnameyên navdewletî yên têkildarî Sûriyê kir, nemaze daxuyaniya Cinêv û biryara 2254.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî