Nûnerin ji Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û Rikberiya Sûrî, hevdîtinek bi cîgirê rêvebirê giştî yê rêvebiriya koçberiyê li Enqera birêz “Koçke Ok” re pêk anî, wek bersiv ji daxwaza Encumana Misilman ya Sûrî re, ji bo goftûgokirina rewşa penaber û nişteciyên sûrî yên li Turkyê û bi taybetî yên li Istanbolê.
Û serokê ofîsa revendan ya Hevbendiya Niştimanî Muhemed Yihya Almektebî, û endamê desteya giştî Yosuf Mehlî, û her weha hejmarek ji kesayetiyên çalakvan di saziyên sivîl ên Sûrî de di hevdîtinê de beşdar bûn.
Û Mektebî diyar kir ku herdû aliyan li hev kirine ku hevdîtin her demeke destnîşankirî pêk werin, ji bo çareserkirina arîşeyên Sûriyan li Istanbolê, her weha lidarxistina çalakiyên hevbeş ji bo sûriyan bi rewişt û kultura gelê Turkiyê bi Sûriyan bidin naskirin ji bo kêmkirina bîntengiya ku peyda bûye.
Herweha herdû aliyan tekezî li ser têkiliyên hezkirin û dîroka hevbeş di nav herdû welatan de kirin, û cext li ser giringiya hişyarkirina xelkê kirin, derbarê gotgotên derew yên bi nerênî bandorê li têkiliyên herdû welatan dikin, û tekez kirin ku divê têkilê pir baş bin.
Û mektebî spasiya gelê turkey kir li ser mêvandariya wan ji Sûriyan re, her weha spasiya desthilata Turkyê kir li ser piştgiriya wê ji daxwazên gelê sûryê re , ji bo bidestxistina azadî û rûmetê û rizgarbûna ji desthilata stemkar ya ku ji berî 50 salî de berdewam e.
Û bal kişand ser ku rijêma Esed alîgirin xwe şandine da karên xerab bikin, ji bo şêwandina wêneyê penaberan û têkbirina aramiyê li Turkyê.
Jêder : Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî