Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Abdul Basit Hemo, tekez kir ku derengxistina gihandina karwanên alîkariyên mirovî ji aliyê rejîma Esad de, dê metirsiyê li ser jiyana sivîlan li kampa El-Rikban bêhtir bike , û tekez kir ku ev yek binpêkirinek mezin e ji mafên mirovan re û di asta tawanên şer de ye.
Hemo îro di daxuyaniyeke taybet de got ku raportên ji kampa El-Rikban tên “Cihê sehm û tirsê ne” û daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ku kar ji bo gihandina alîkariyên mirovî û pizîşkî yên awarte ji niştecîhên kampê re bike.
Û bal kişand ser ku rejîma Esed vê rêbazê bikar tîne ji bo sepandina mercên xwe li ser xelkê, bi rêbazên dorpêçkirin û birçîkirinê, û got ku rejîm vê rêbazê bikar tîne bêyî guh bide yasayên ji aliyê Konseya Ewlekariyê derdikevin, û ev yek vegerand sedema bêkêriya Netewên Yekbûyî derbarê rawestandina tawanên rejîmê her ji destpêkê de.
Hemo, bal kişand ser ku rewşa li kampê ber bi xirabiyê diçe, bi taybetî ji ber hebûna bi deh-hezaran koçberên kêmendam, ên ku 1460 jin û 1621 mêr û 4273 zarok in, li gorî amarên rêveberiya sivîl ya kampê.
Û daxwaz ji rêxistinên hawarhatinê yên navnetewî kir ku zarokan rizgar bikin ji ber ku ew yên “herî pêwîstiya wan bi alîkariyan heye” û got ku ew “li benda kesekî ne ku wan ji projeyê birçîkirinê yê ji aliyê rejîmê li dijî wan û malbatên wan tê kirin rizgar bike”.
Û daxwaz ji civaka navnetewî kir ku “bilez kar bike”, herwiha fişarên pêwîst li ser rejîma Esed bisepîne, ji bo rakirina dorpêçkirina xwe ya li ser kampê, û rê bide derbasbûna karwanên alîkariyê bêyî çi mercan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê