Serokê Desteya danûstandinên Sûriyê, Dr. Nesr Herîrî, daxwaz ji “Gropa piçûkirî” kir ku fişarên navnetewî yên pêwîst bêxe li ser rejîma Esed û hevalbendên wê ji bo cîbicîkirina biryarên navnetewî yên girêdayî veguhestina siyasî ya berfireh li Sûriyê, û tekezî li ser giringiya danîna sînorekî ji kiryarên zorê û tolvekirina li dijî sivîlan yên ji aliyê rejîmê dibin kir, û bi taybetî binpêkirinên dubare ji peymana Idlibê re.
Ev yek hat bi riya beşdariya desteya danûstandinê bi serokatiya Herîrî, di civîna dewletên “gropa piçûk” li Washingtonê, ya ji Amerîkayê, Brîtanya, Fransa, Almanya, Erebîstana Siûdî, Urdun û Misirê pêktê.
Herîrî tekez kir ku deste pabend e bi çareseriya siyasî ya veguhêz li Sûriyê, bi riya pêkanîna daxuyaniya Cenevre û biryara 2254 ya bi çavdêriya Netewên Yekbûyî li Cenevreyê, û bal kişand ser ku her aliyê pişta xwe bi çareseriya leşkerî xurt dike, xwîna gelê Sûriyê bêtir dirjîne û paşeroja xelkê Sûriyê reş dike.
Wî diyar kir ku dosya girtiyan ya herî giring û hestiyar e li rex xelkê Sûriyê, herwiha ew dosya di ser danûstandinan re ye, û got : “Eger em bixwazin rastiyê bidin her karekî navnetewî, divê em bi taybetî giringiyê bidin vê dosyeyê û çareserkirina wê di bin sîwana NY de, li gor rêzikên yasa navnetewî, tevlî sizakirina tawanbaran li ser binpêkirinên wan”.
Wî bal kişand li ser ku metirsiya hebûna Îranê li Sûriyê zêdetir dibe, û tekez kir ku Tehran polîtîkaya xwe bi riya derbasbûna xwe ya bi nermî di nava hemû saziyên dewletê û beşên civakê, di warê leşkerî, ewlekarî, aborî, civakî û çandî bikar tîne, bi taybetî li navçeya başûrê Şamê, ji bo cîbicîkirina xewna xwe ya avakirina riya di navbera Tehran û başûrê Libnanê de.
Diyar kir ku di dema dawî de zêdetir ji 52 xalên leşkerî li başûrê Sûriyê û 8 hewze û pênc zanîngeh ji aliyê Îranê hatine avakirin, li gel hewldanên berdewam bo guherandina ol û baweriyên xelkê bi riya rêbazên curbicur yên tirsandinê.
Li ser binpêkirinên rêjîmê ji peymana Idlib re, Herîrî got ku peymana Idlib asê ye, û artêşa azad bi kordînasyona ligel rayedarên Tirkiyê rolek mezin heye ji bo parastina deverê û kêmkirina tundutîjiyê li vê navçeyê, û pabend in bi birgên peymanê, berevajî ku rejîm û rêxistinên terorîst radibin bi gelek binpêkirinan, û got ku ev “li radeya yekê ji aliyê Îranê dibe ji bo peydakirina behaneyan ji bo destpêkirina kampanyayeke leşkerî li Idlibê”.
Herîrî amaje bi bizavên Tirkiyê û civka navnetewî yên Gropa piçûk ya derbarê Sûriyê ji bo kêmkirina bûyerên tundutîjiyê li bakurê Sûriyê kir, û got ku roleke wan a giring heye di şandina peyamek zelal ji rêjîmê û hevalbendên wê re, û diyar kir ku naveroka vê peyamê dibêje: “Piştgirêdana bi çareseriya leşkerî bêhûde ye, û di dawiyê de riya bi tenê ew e parastina Sûriyê û gel û xak û serweriya wê di riya pêvajoyeke siyasî re”.
Bal kişand ku rêjîm bi awayekî berdewam radibe bi binpêkirinan li navçeyên di bin destê wê de, bi bikaranîna karên tolhildanê bi awayekî sîstematîk, û tekez kir ku bêyî peydabûna rewşeke aram, ewle û bêalî ji aliyê desteya hikûmraniya demkî, wê ti derfetek peyda nebe ji bo ti destûrekê yan jî hilbijartinên pak.
Û dît ku hewldanên normalkirina jiyanê yên ji aliyê hin alî û dewletan dibin, tenê tê wateya ” Normalkirina jiyanê li gel pasdarên Îranî û milîsên Hizbullah ya terorîst, hevdem ku tora mafiya radibe bi kuştin û terorê li Sûriyê, tevlî ku rejîm roj bi roj ji çareseriya siyasî dûr dibe, bi riya xurtkirina hestê xwe yê serkeftinê yê nerast”.
Di dawiyê de got ku hewldanên navnetewî hê jî berdewam in ji bo çareserkirina astengiyên ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê dibin, di riya avakirina Komîsyona Makezagonê di bin çavdêriya NY de, û eger bi vî rengî ev bizav serbikevin dibe ku bibe faktorek bo destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya dibe riya çareseriya siyasî ya tekûz, bi dabînkirina ewlekarî, aramî û aştiyê ji bo Sûriyê û herêm û cîhanê .
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê