Serokê Desteya danûstandkar ya Sûriyê Dr. Nesir Herîrî daxwz ji Brîtaniya kir sizayên nû li ser Îran û Rûsiya bisepîne bi sedema rola wan ya xerab li Sûriyê, herwiha piştevaniya projeya sizakirina tawankerên şer li şûna lêpirsînê.
Herîrî û şanda pê re Doh, ligel Wezîrê Derve yê Brîtaniya Boris Johnson li Londonê civiya bûn, û di civînê de behsa pêşeroja Sûriyê û rola Brîtaniya di dabînkirina pêşerojeke aram de ku gelê Sûriyê bi aştiyane bijîn kirin.
Herwiha şanda Desteya Danûstandkar hejmarek hevdîtin ligel her yek ji Krîstiyan Tîrnêr Cîgirê Şêwermendê Asayişa Netewî yê Serokwezîr, û Brêtî Batîl seroka Desteya Karûbarê Derve ya Perlemana Brîtaniya pêk anî
Herîrî ji endamên perelmanê wî welatî û medyayê û dezgehên ne Hikûmî re agahdariyek pêşkêş kir û têde da xuyakirin ku pêwîst e hin kar bêne kirin ku bibandor bin li ser asta stratejîk.
Herwiha daxwaz ji Brîtaniya kirk u destpêşxer be di alîkariya dengên mîyanrew li ser erdê mîna piştevaniya dezgehên civaka sivîl, û encûmenên xwecihî,û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, herwiha li şûna ku lêkolînan di derbarê tawanên rejîmê de encam bide, berê xwe bide sizakirina wan di rêya dadgehan re.
Herîrî daxwaz ji London kir ku alîkariyên mirovî yên zêdetir terxan bike,û piştevaniya Emerîka bike di tundkirina sizayên ser Îran û Rûsiyê ji ber rola wan ya xerab li Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve, Johnson da zanîn ku ev serdan derfeteke mezin ji Brîtaniya re da ku ligel opozîsyona Sûriyê bicive û kar bikin ji bo bidawîanîna kareseta mirovî, û rawestandina êş û azarên gelê Sûriyê ku ev heft salin zehmetiya wê dikşînin.
Û da zanîn ku berdewamiya êrîşên rejîma Esed yên hovane, û di nava êrîşên bi çekên kîmawî, û red kirina wê rejîmê ji danûstandinan re zehmetiya gihiştina çareseriya siyasî dide xuyakirin, û tekez kir ku çareseriya siyasî bi tenê dikare pêşerojeke aram ji Sûriyê û gelê wê re dabîn bike.
Jêder: Ragehandina Hvebendiya Niştîmaniya Sûriyê