Ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê li herêmên rizgarkirî, wek beşekî ji pilana destehilata Sûrî ya demkî, wezareta navxweyî kar dike ji bo avakirina dezgeheke polîsan li ser bingehine zanistî yên nûjen ko amanca jê tê xwestin pêk bîne, tê de hemû endamên hêza polîs û ewlehiya giştî bi erk û karên xwe rabin, û nehêlin tawan çêbibin û hêza yasayê serdest bibe.
Wezîrê naxweyî eqîd Mihyedîn Hermûş, diyar kir ko komîtên taybetmend yên wezaretê lênerînên bijîşkî û ten û çandeyî ji yên xwe berbijêrkirine bo kar di biwara polîsên sivîl de li herêma Til Ebyed li gundewarê Reqa û Serê Kaniyê li herêma Hesekê, li bargehê fermanberiya ewlehiyê li Efrînê pêk anîne.
Hermûş tekezî li ser giringiya hevkariyê navbera wezareta navxweyî û wezaretên din yên hikûmeta Sûrî ya demkî de ji bo hevtekûziya karê desthilatê kir, û dibîne bihêzkirina ewlehî û aramiyê li herêmên rizgarkirî pêngava pêşîn e, ji bo pilana desthilatê biser bikeve, a hemû wezaret û kartên desthilatê û xelkê têde beşdar in.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî