Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, îro roja înê daxuyaniyek da bi helkefta roja cîhanî ya qurbaniyên bêseruşûnên bi darê zorê ya hersal di roja 30ê tebaxê de tê bîranîn, û têde “xemsariya navnetewî ya kirêt hember tawan û binpêkirinên mafên mirovan yên ku ji hêla rejîma Esed ve hatine kirin” şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku kiryarên veşartina bi darê zorê beşek girîng ji rêbaza rejîmê bû, bi armanca jinavbirina rêzên pêşîn ên çalakvanan, ligel kiryarên kuştin, koçberkirin, binçavkirin û îşkenceyê.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser kiryarên belavkirina tirs û terorê di nava gelê Sûrî de, û dît ku ev yek bi armanca têkşikandina viyana wan û pêşîgirtina li şoreşa wan e, û di nav wan tawan û binpêkirinan de, pêkanîna bêserûşûnkirina bi darê zorê, li dijî hemû nifşan, di nav de zarok û jin û kal.
Daxuyaniyê da zanîn ku 85,000 kes bi darê zorê ji hêla hêzên rêjîmê ve hatine bêserûşûnkirin, herewha ku nêzîkî 400 bûyerên wendakirina bi zorê di tîrmeha borî de bi tenê hatine belgekirin, tevî penaberên hatine girtin ji hêla hêzên rejîmê ve piştî vegerandina wan bi darê zorê bo Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî got ku ” tawanên hatine pêkanîn bi destê rejîma Esad di salên borî de, herî xirab û herî metirsîdar û hovane ne di vê serdemê de”.
Daxuyaniyê bal kişand ser madeyên 1, 2 û 5 yên peymana navdewletî yên ji bo parastina hemû kesan ji bêserûnkirina bi darê zorê, ya dibîne ku bêserûşûnkirin li gorî yasa navnetewî tawaneke dijmirovahiyê ye, û pêşkêşkirina bihaneyan li gor rewşên awarte red kir.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku divê Encûmena Ewlehiya Netewên Yekbûyî bi karê şopandina biryarên derbarê kêşa bêserûşûnkirinê rabe, nemaze biryarên xwe hejmar 2042, 2043 û 2139, û bi taybetî jî tekstên girêdayî bi bêserûşûnkirina bi darê zorê, binçavkirinên keyfî û îşkenceya li dijî girtiyan di girtîgehan de.
Hevbendiyê daxwaz ji dewletên kartêker kir ku barê berpirsyariyên xwe derbarê van tewanên rêbazkirî hilgirin, û giringiya rêkirina tewankaran bo Dadgeha Tewanan ya Navdewletî, û peyketin û sizakirina berpirsên wan û yên tevaya tewanên li Sûriyê ji sala 2011an de pêk tên.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimani ya Sûrî