Thursday, 07 December 2017 16:49

Hevbendî Biryara Turamp ya Danpêdana bi Qudsa Dagîrkirî Wek Paytexta Îsraîlê Şermezar Kir

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê biryara serokê Amerîka Doland Turamp li ser veguhestina balyozxaneya Amerîka bo Qudsa dagîrkirî û danasîna wê wek paytexta Îsraîlê şermezar kir.

Hevbendiya Niştimanî îro di daxuyaniyekê de tekez kir ku Qudis qadeke erebên Filistînê ye, û ligor yasayên navdewletî ne ji mafê Îsraîl wek aliyekî dagîrker, yan her aliyekî din seweriyê lê bike, û bal kişand ku çi biryar ji her cihekî nikare rastiyên cografya û dîrokî biguherîne yan maf ji xudanên wî bistîne.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de got ku pêgava Turamp berovajî biryarên NY ye, û berovajî biryarên komeleya giştî û encûmena ewlehiya navdewletî ye, herwiha dibe gef li nirx û rastgoya sercem têgihiştinên berê û herwiha li ser her rêkeftineke paşerojê ku ji bo berqerarkirina aştiyê li navçeyê bibe, tevî ku ev pêgav her serxistinekê bo dîtina aştî û çareseriyê lawaz dike.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, daxwaz kir ku Amerîka bilez ji biryara xwe vekişe û rêzê li vîn û mafên gelê Filistînê û îradeya civaka navdewletî bigire.

Hevbendiyê tekezî li ser giringiya standina pêgavan li ser sercem ast û biyavan kir û daxwaza standina biryarekê ji komeleya giştî ya NY kir ku têde li ser helwestên xwe yên berê bimîne, bi pûçkirina rêşûnên dagîrkariya Îsraîlê yên derbarê bajarê Qudsê û şermezarkirina veguhestina balyozxaneyan bo Qudsê.

Hevbendiya Niştimanî jo bo rûbirûbûna vê biryarê û standina rêşûnên berdewst ji bo rawestandina binpêkirinên mafên gelê Filistînê yên berdewam, daxwaza yekgirtina helwestên dewletê Erebî û Îslamî kir, û kar ji bo cîbicîkirina biryarên encûmena ewlehiya navdewletî derbarê dagîrkariyê wek destpêk bo aştiyeke sertaserî ku maf li xudanên wan vegerin û li pêşiyê Colan vegere bo xudanê wê, bo peydakirina zemînekê bo paşeroj û hrvkariyeke geş û veberhêmhêner, têde ewlehî û aştî li navçeyê û cîhanê berqerar bibe.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Hevbendî Biryara Turamp ya Danpêdana bi Qudsa Dagîrkirî Wek Paytexta Îsraîlê Şermezar Kir