Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Rûsiya û rijêma Esed bi pêkanîna tawanên şer bi rêka êrîşên berdewam yên her ji 7 rojan ve dibin li ser navçeyên sivîlan û baregeh û serbazgehên artêşa azad ku bûne sedema şehîdbûn û birîndarbûna bi sedên sivîlan, tewanbar kir .
Hevbendiya Niştimanî duhî roja duşemê di daxuyaniyekê de daxwaza rawestandina êrîşên firokên Rûsiya û yên banda Esed her ji heftiyekê ve li ser navçeyên sivîl û nexweşxane û desteyên hawarhatinê û baregehên bergiriya sivîl li Idlibê û bajar û bajarokên wê kir, û cext li ser giringiya dadgehkirina berpirsyarên wan kir.
Ligor çalakvanan, duhî 45 sivîl hatin kuştin û bi dehan hatin birîndarkirin ji encamê zêdetir ji 90 êrîşên firokên şer yên Rûsiya û hilîkopterên rijêma Esed yên ku bajar û bajarokê Idlibê bi 17 êrîşan bombebaran kirin û 27 sivîl li navçeya Cisr Elşixûr hatin kuştin ji encamê armanckirina wê bi 28 êrîşên firokên şer yên Rûsiya û 6 bermîlên teqîner ji aliyê hilîkopterên Rijêmê.
Çalakvanan tekez kir ku xaniyên sivîlan û navçeyên zindî bi awayekî rasterast hatin bombebarankirin, û diyar kirin ku “nexweşxaneya Şam” ya li nêzîk bajarê Kefirnibil bi çend mûşekên lerzînî ji aliyê firokên Rûsiya hat bombebarankirin û di encamê de nexweşxane bi carekî ji kar ket.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ev “êrîşên terorîstane yên şermezarkirî” eşkera dikin ku sivîl bi mebest têne armanckirin û kuştin, û koçberkirina sivîlan û wêrankirina jêrxana bingehîn û navendên zindî û nexweşxaneyan wek take bijardeya tê bikaranîn, ji aliyê Rijêmê û piştevanên wê ve, û êrîşên dibin ser hêzên artêşa azad, bi xwe hewlek e ji aliyê Rûsiya û banda Esed ji bo piştgiriya hêzên terorîst û tundrew.
Û jêderekî ji artêşa azad, pêr roja yekşemê, got ku baregehên artêşa azad li gundê Tilmirdîx li gundewarê Idlibê bi zêdetir ji 11 êrîşan hatin bombebarankirin û têde zêdetir ji 44 serbazên “feyleq Elşam” yê ser bi artêşa azad ve tevî 5 karmendên bergiriya sivîl û hejmarek ji sivîlan li dema bi rakirina terman ji bin kevilan radibûn şehîd ketin.
Ku her ji heftiyekê bi piranî nexweşxane û xalên pizîşkî û navendên zindî li Idlibê ji aliyê firokên Rûsiya û hilîkopterên rijêma Esed têne bombebarankirin, û bûne sedema ziyanên mezin, ku zêdetir ji 8 nexweşxane û xalên pizîşkî û navendên bergiriya sivîl li bajarokê Xanşîxon û ezgeheka elterîkî li bajarokê Kiferîn û baregehekê bergiriya sivîl li bajarê Kefirnibil û xwendigehekê ku têde hin penaber hebûn li bajarokê Elhibît li gundewarê Idlibê hatin bombebarankirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî