Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Ele’bide, daxwaz ji Rûsiya kir ji bo standina biryarekê ji encûmena asayîşê li bin benda heftan, ji bo dadgehkirina her aliyekî binpêkirina agirbestê bike, û raguhestina fayîlê dadgehkirina Esed û serên rijêma wî bo dadgeha tawanên navdewletî.
Ele’bide di goterekê de, di destpêka lidarxistina kongirê pêncem yê “Saziya Welatekî” li Stembolê, û ew gotara serokê Hevbendiyê ji aliyê serokê ragihandina Hevbendiya Niştimanî Ehmed Remezan hat pêşkêşkirin, û têde got ku Hevbendiya Niştimanî “pabend e bi karê ji bo peydakirina hemû rengên piştgiriyê ji çareseriya siyasî re, û herwiha zêdekirina komkirina fişaran ji bo cêgîrkirin û geranîkirina berdewamiya agirbestê û dadgehkirina aliyên bi binpêkirina wê radibin “.
Û got ku “pêwîst e Rûsiya kar bike ji bo standina biryarekê ji encûmena asayîşê di bin benda heftan de, ji bo dadgehkirina aliyê rabe bi binpêkirina agirbestê, û tometbarkirina aliyên binpêker bi pêkanîna tawanên şer li Sûriyê, û dadgehkirina wan li pêşiya dadgehên navdewletî, ku ev yek wê bibe nîşana niyaza baş û destpêkek guncayî ji bo karê bidawîkirina derdeseriyê”.
Ele’bide tekez kir ku “pêkanîna veguhestina siyasî li Sûriyê, sebaret xelkê Sûriyê tiştek bingehîn e”, û bal kişand li ser wê yekê ku “ev yek wê nebe bê hebûna roleke rasteqîn ji aliyê civaka navdewletî bo rawestandina kuştin û wêrankariyê “, bi rêka aktîvkirina biryarên navdewletî yên taybet bi rewşa Sûriyê.
Û bal kişand li ser ku “niha pêwîstiyek heye bo bizavek diblomasî ji bo xistina fişaran bo gihandina alîkariyên mirovî ji xelkên navçeyên dorpêçkirî re, û rê bête girtin li pêş Rijêmê, ya dest datîne li ser alîkariyan û wan li ser alîgirên xwe yên gendel û çeteyên xwe dabeş dike”. Hevbendiyê cext kir ku ew her ji roja damezrandina xwe pabend e bi piştgiriya piroseya siyasî û nemaze derbarê her karekî girêdayî bi cêbicêkirina hemû biryarên encûmena asayîşê, û di serî de biryara 2254, tevî rêxweşkirina li pêş veguhestina siyasî ya ligor daxuyaniya Jinêv1 û vekirina dergehê dubare-avekirina Sûriyê û pêkanîna dewleteka sivîl ku têde daxwazên hemû xelkên wê dabîn bibin.
Di dawiya gotarê de bal hat kişandin li ser “giringiya berdewamiya kar û hevkarî û diyalog û pêwendiyan û rexne û çaksaziyê, û kirina her karekî ji bo rastkirina pêvajoyê bi berdewamî û pêkanîna hevsengiya pêwîst di navbera afrendin û pabendiyê de, û di navbera erk û mafan de, û di navbera hêvî û kar de”.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê